Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (ANEA) Rafael Grossi piştî êrişa bi dronan a li ser Santrala Nukleerê ya Zaporijyaya Ukraynayê ya ku di bin kontrola Rûsyayê de ye banga nîşandana sebir û aramiyê kir.
Derbarê êrişên bi dronan ên li ser Santrala Nukleerê ya Zaporijyayê yên 25-26ê Tebaxê ji ser hesabê Xê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku "sê bûyerên bi dronan" di destpêka vê hefteyê de li cihê Santrala Nukleerê ya Zaporijyayê qewimîne ku ev yek gefên li ser ewlehiya nukleerê nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrişa bi dronan a 25ê Tebaxê ya li nêzî hewza sarkirinê ya santralê de 2 xebatkar birîndar bûne.
Her wiha di êrişên bi dronan ên 26ê Tebaxê de jî dronek li qada depokirina sotemeniya nukleer û ya din jî li amûra pijiqandinê ya yekîneya hêzê ya santralê ketiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî bûyeran rêjeyên radyasyonê yên li tesîsê normal in.
Serokê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (ANEA) Rafael Grossiyê ku di daxuyaniyê de nêrînên wî cih digirin, diyar kir ku êrişên li ser santralên nukleerê nayên qebûlkirin û ji bo rêlibergirtina metirsiya qezayên nukleer bangî hemû aliyan kir ku pirtir sebir û aramiyê nîşan bidin.
Di daxuyaniya Santrala Nukleerê ya Zaporijyayê ya di bin kontrola Rûsyayê de hatibû destnîşankirin ku 25ê Tebaxê di êrişa bi dronan a artêşa Ukraynayê de ya li ser herêma ku avahiyên hîdroteknîk ên tesîsê lê ne, 2 xebatkar birîndar bûne.
Santrala Nukleerê ya Zaporijyayê wekî "santrala nukleerê ya herî mezin a Ewropayê" tê zanîn.
Artêşa Rûsyayê piştî destpêkirina şerê li Ukraynayê, di Adara 2022yan de kontrola santralê xistibû bin destê xwe.



