Dusseldorf (Rûdaw) - Dayîk û bavekî Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê hatine dersînorkirin lê 3 zarokên wan jê hatin cudakirin û li Almanyayê hatin hiştin.
Li gorî şopandina hevkarê me Zinar Şîno, ew dayîk û bavê Kurd li navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê hatine vegerandin lê 3 zarokên wan ji aliyê Saziya Parastina Zarokan a Almanyayê ve hatine cudakirin û rê nehatiye dayîn ku bi dayîk û bavê xwe re vegerin.
Metîn Kayayê bavê zarokan li ser çawaniya bûyerê û cudakirina ji zarokên xwe ji Rûdawê re ragihand:
"Sala 2023yan em bi qaçaxî çûn Almanyayê. Ez û hevjîna min zarokekî me hebû, li wir jî 2 zarokên me yên din çêbûn.
Ji 3yê Hezîranê ve em xistine zîndanê, ji wê demê ve me zarokên xwe nedîtine.
Em daxwaza zarokên xwe dikin, ne telefon ne tiştek dane me, heta bi rêya online jî em nikarin zarokên xwe bibînin.
Em tenê zarokên xwe dixwazin."
Ozlem Aydina dayîka zarokan bi çavên tijî hêsir behsa dûrketina ji zarokên xwe kir û got:
"Sê zarokên me hene: Qumrî Kaya (3 salî), Egîd Kaya (2 salî) û Lavîn Kaya (6 mehî).
Ez zarokên xwe dixwazim, çawa dibe zarokek ji dayîka xwe bê cudakirin?
Destê me li tiştekî nagere, me her tişt qebûl kir lê tenê zarokên me bidin me."
Mafê xwedîkirinê ji malbatê hat standin
Wezareta Karên Navxwe ya herêma Hessenê ya Almanyayê di bersiva Rûdawê de radigihîne ku dawiya sala 2025an Ofîsa Koç û Penaberan daxwaza penaberiyê ya wê malbatê red kiriye.
Dadgeha Îdarî ya Frankfurtê Sibata 2026an biryar daye ji bo berjewendiya zarokan, mafê xwedîkirinê bi awayekî demkî di destê dayîk û bavê wan de nemîne.
Birêvebirê Encumena Koçberan a li Frankfurtê Thomas Schernberg li ser pirsgirêka vê malbatê radigihîne:
"Cudakirina zarokan a ji dayîk û bavên wan ne girêdayî dersînorkirina wan bûye.
Ji aliyekî ve Ofîsa Ciwanan (Jugendamt) ji bo berjewendiya zarokan, zarok ji malbatê standine, ji aliyê din ve Ofîsa Koçberan biryar daye dayîk û bavê ku xwediyê welatînameya Tirkiyeyê ne dersînor bike bêyî ku li rewşa zarokan binêre."
Parêzerê ku li ser dosyeya vê malbatê dixebite ji Rûdawê re ragihand:
"Dadgehê biryar daye ku rûniştinek di navbera nûnerên Ofîsa Ciwanan û dadgehê de bê sazkirin ji bo ku biryar bê dayîn ka 3 zarok li Almanyayê dimînin an ji bo cem dayîk û bavê xwe tên şandin.
Lê ew zarok jî ji ber ku mafê wan ê penaberiyê nîne, metirsiya dersînorkirinê li ser wan heye."


