New York (Rûdaw) - Nûnera Amerîkayê rexneyeke tund li Annalena Baerbocka ku Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî girt.
Nûnera Amerîkayê Jennifer Lousetayê got:
"Seroka Civata Giştî li ser wê rêçika serkirdeyên Neteweyên Yekbûyî dimeşe ku xwe wekî stêrkên dîplomasiyê dibînin li şûna ku bibin berpirsên payebilind ên kargêriyê."
Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî Annalena Baerbock e ku berê Wezîra Karên Derve ya Almanyayê bû.
Civîna meha borî ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di navenda nakokiyan de ye.
Di civînê de ku Annalena Baerbockê serperiştiya wê dikir û ji medyayê re vekirîbû, namzed bersiva pirsên nûnerên welatan didin.
Piştî civînê tiştekî ku berê rû nedabû, rû da û li holê rapirsî li ser wê yekê hat kirin ku kîjan namzed asta herî baş nîşan da û Caroline Rodrigues-Birketta Guyanayê pileya yekem bi dest xist.
Baerbock li dijî sîstema niha ya hilbijartina Sekreterê Giştî ye.
Di sîstema niha de 15 endamên Konseya Ewlehiyê, bi taybetî 5 welatên xwedî mafê vetoyê, li pişt deriyên girtî biryarê li ser didin ku Amerîka naxwaze sîstem bê guhertin.
Rexneyên Amerîkayê yên li ser Baerbockê
Jennifer Lousetayê got:
"Seroka Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, 2 name ji vê encumenê re şandine û tê de bi awayekî nerasterast amaje bi wê yekê daye ku encumen bi awayekî ne hêja tevgeriyaye.
Ev yek di demekê de ye ku ew bi xwe bangeşeya zelalî, dadperwerî û beşdariya hemû aliyan dike.
Ev tevgera Serokê, beşek e ji durûtiyê û bi awayekî neyînî bi ser tevahiya karên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de şikiyaye."
Lousetayê her wiha anî zimên:
"23yê Tîrmehê Seroka Civata Giştî civîneke vekirî li gel namzedan pêk anî û ew ji bo encamdana rapirsiyekê di nav amadebûyan de bi kar anî da ku nêrînên wan li ser asta şiyanên namzedan wergire.
Ew rapirsî bû sedema matmayîna hemû namzed û çavdêran.
Piraniya kesên ku di rapirsiyê de deng dane, ti rolên wan ên fermî di vê hilbijartina Sekreterê Giştî de nîne."
Rûsya çû ser eniya Amerîkayê
Roja pêncşemê, Rûsya ku welatekî din ê xwedî mafê vetoyê ye, di dijayetiya Baerbockê de çû ser eniya Amerîkayê.
Nûnerê Rûsyayê Vasily Nebenzia li ser pirsa Rûdawê got:
"Ez li ser tiştê ku hevkara min a Amerîkayî doh got hemfikr im.
Me wekî wan ew daxuyaniya eşkere neda lê em ji wê rola ku Seroka Civata Giştî hewl dida ferz bike û destwerdanê di pêvajoya hilbijartina namzedê Sekreterê Giştî de bike, dilgiran bûn.
Ev yek bi zelalî hem di peymanê de û hem jî di wê biryarnameya nû de ku Civata Giştî bi yekdengî pesend kiriye, hatiye diyarkirin."
Rûsya: Divê pêvajo nepenî be
Vasily Nebenzia diyar kir ku ev pêvajoyeke gelekî hestyar e û da zanîn:
"Lê divê hûn zanibin ev ne ew cih e ku pêdiviya we bi zelaliyê hebe.
Eger hûn niha bi zelalî bêjin kî piştgiriya kê dike, dibe ku hûn zererê bigihînin şansê hinek namzedan.
Ji ber vê yekê divê pêvajo bi hişyarî û nepenî be, wekî ku her tim di dîroka Neteweyên Yekbûyî de wiha bûye."
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştgiriya xwe ya ji bo Baerbockê ducare dike.
Berdevkê wî Stephane Dujarric li ser pirsa Rûdawê got:
"Sekreterê Giştî rêzeke gelekî mezin ji vê Seroka Civata Giştî re heye.
Wî gelekî ji nêzîk ve li gel wê li ser Peymana Paşerojê û bicihanîna wê xebitiye, her wiha li ser destpêşxeriya UN80ê.
Ew bi wê hevkariya ku li gel wê heye gelekî kêfxweş e."
Baerbock dê tenê 3 hefteyên din li ser erkê xwe bimîne.
Ji bilî Rûsya û Amerîkayê, endamên din ên Konseya Ewlehiyê eşkere rexne li karên wê negirtiye.


.webp&w=3840&q=75)