Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza bi ser 10 kesan de sepand ku endamên toreke berfireh a qaçaxiya pereyan a Hizbulaha Libnanê bûne.
Vê torê geştên asmanî yên bazirganiyê yên di navbera Libnan, Tirkiye, Îmarat û Îranê de ji bo veguhastina bi sedan milyon dolarî li derveyî sîstema fermî ya darayî ya cîhanê bi kar anîne.
Ofîsa Kontrola Sermayeya Biyanî ya Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand ku ev tor bûye sedem ku Hizbulah bigihêje diravên biyanî û ji cezayên Amerîkayê bireve.
Her wiha wezaretê careke din Hizbulah wekî rêxistineke ser bi Îranê ve û di bin fermana Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê de pênase kir.
Li gorî agahiyên Wezareta Xezîneyê, bazirganekî Tirk ê bi navê Yunus Alper Yilmaz serperiştiya vê torê kiriye.
Yunus Alper Yilmaz çendîn nivîsgehên guhertina diravan li Tirkiyeyê wekî perdeyek ji bo karên xwe yên neyasayî bi kar anîne û hesabên bankê û şirketên şexsî ji bo veguhastina pereyên Supaya Pasdaran dabîn kirine.
Ji bilî Yunus Alper Yilmaz, cezayên navneteweyî ev kesên ku wekî veguhêzerên pereyan û organîzatorên lojîstîk dixebitîn jî girtin:
· Halîl Îbrahîm Kaçmaz
· Onder Dede
· Vasfî Akyuz
· Muhammet Akyuz
· Muhammet Acur
· Feyaz Karasalih
· Mesut Musafir
· Gulay Kaya Savci
· Emre Ayaz
Ev kes bi tohmeta dabînkirina alîkariya darayî û teknolojiyê ya ji bo Feyleqa Qudsê û Hizbulahê xistine lîsteya reş.
Encamên cezayan
Bi vê biryarê, hemû serwet û berjewendiyên van kesan ên li nav axa Amerîkayê yan jî di bin destê welatiyên Amerîkayê de bin, tên blokkirin.
Wezareta Xezîneyê hişyarî jî da ku her saziyeke darayî ya biyanî yan jî her kesekî ku dan û standinê bi wan re bike, dê rûbirûyî cezayên giran ên Amerîkayê bibe û ji sîstema darayî ya Washingtonê bêpar bimîne.
Ev gav wekî beşek ji stratejiya Amerîkayê ya ji bo hişkkirina çavkaniyên darayî yên Hizbulahê û têkbirina wan torên qaçaxçiyan tê dîtin ku ji bo berjewendiya komên çekdar sûdê ji sektora bazirganî û geştên asmanî werdigirin.


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)