Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Ceutayê yê Spanyayê koçber rûbirûyî birçîbûn, destdirêjî û tundiyê dibin.
Di demên borî de bi hezaran koçberan bi hêvî berê xwe da wê navçeyê lê rastî birçîbûn û tundiyê hatin.
Hejmara koçberan ji kapasîteya kampan zêdetir e, beşeke zêde ya wan li ser kolanan û di nav daristanan de radizên.
Tundî û êrişên komên çekdar, metirsî li ser jiyana koçberan çêkiriye.
“Li me dixin”
Koçberekî ku nexwest navê xwe bêje wiha qala rewşê kir:
"Li vê derê, gelekî bi heqaret li gel me trevgeriyane. Em li ser kolanan radizên û hinek kes hene xwarina me jî ji destê me distînin.
Li me dixin, destdirêjiyê li me dikin û hewl didin bi zorê tiştên me bibin. Ew ji çiyê tên xwarê û tiştek ji destê me nayê, em li vir xerîb in loma em neçar in bê deng bimînin."
Ji bo jin û keçikên di nava kampan de metirsî mezintir e. Rapor qala hebûna destdirêjiyê û tacîza berdewam dikin.
Polîsên Spanyayê eşkere kiriye ku ji 30ê Tîrmehê ve destdirêjî li 15 koçberan hatiye kirin ku temenê piraniya wan di bin 18 saliyê de ye.
“Serma me dikuje”
Eb gotinên koçberekî jî rewşê zelaltir dikin:
"Li vir em bi destê serma şevan û germa dijwar a sibehan dinalin. Wekî hûn jî dizanin, niha em nêzîkî dawiya meha heştan bûne û demsala zivistanê bi rê ve ye lê ti betanî yan jî tiştekî me yê din nîne.
Serma li vir me dikuje. Pisrgirêka duyem birçîbûn e çimkî berpirs li vir rojê tenê danekî xwarinê didin me, ew jî têra me nake û em bi dirêjahiya rojê birçî dimînin."
Niha Xaça Sor rojane nêzîkî 4 hezar danên xwarinê belav dike lê ev yek têra wan bi hezaran koçberên ku li ser kolanan radizên nake.
Wezareta Koç û Koçberan a Spanyayê ragihandiye ku ew mijûlî amadekirina cihekî nû ne ku dê karibe hezar û 500 kesî li xwe bigire.
Li gorî berpirsên Spanyayê, ji wan 72 hezar kesên ku di dawiya meha borî de çûbûn Ceutayê, hîn jî 5-8 hezar kes li wê derê mane.
Ceuta herêmeke Spanyayê ya li bakurê Afrîkayê ye û bi hezaran koçber bi hêviya ku herin Ewropayê çûne wir.
Gelek koçber dema ku bi avjeniyê derbasî Ceutayê dibin dimirin.
Koçberiya ji Mexribê ya ber bi herêmên Spanyayê Ceuta û Melillayê ve, her tim mijareke siyasî ya hestyar e çimkî carinan bi hezaran kes sînor derbas dikin.



