Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îro "operasyona aborî ya herî perçiqîner a ku heta niha li dijî welatekî hatiye kirin" ragihand.
Trump bi vê biryarê pêngava xwe ya ji bo îzolekirina Îranê gurtir kir û hişyarî da welat û şirketên ku alîkariya Tehranê dikin.
"Ev dê bibe şerekî aborî û îzolekirin"
Trump li ser platforma xwe ya bi navê Truth Socialê daxuyaniyek belav kir û got:
"Ti kesî ji bo pêkanîna peymanekê ji min bêhtir derfet nedaye Komara Îslamî ya Îranê. Mixabin ji bo wan, wan ev derfet bi kar neanî.
Lewma îro ez operasyona aborî ya herî perçiqîner ragihînim ku heta niha li dijî welatekî hatiye kirin!
Ev dê di asteke nedîtî de bibe Şerê Aborî û Îzolekirin."
Trump diyar kir ku Amerîka dê hewl bide hemû kanalên darayî û bazirganî yên ku piştgiriya aborî didin Îranê bibire.
Gef li welatên ku alîkariya Îranê dikin xwar
Serokê Amerîkayê hişyariyên tund dan welatên din û anî zimên:
"Îro ez her wiha radigihînim ku her welatê ku rê bide saziyên darayî, şirket, balafirgeh an saziyên xwe yên hikûmetê ku her cure xeta jiyanê ji bo Îranê dabîn bikin, dê bi xwe bi encamên aborî yên pir giran re rû bi rû bimîne."
Trump bi taybetî diyar kir ku divê qaçaxçîtiya petrolê, xetên swapê yên darayî, veguhastina pereyên kaş, nivîsgehên dan û standina pereyan, tomarkirina keştiyan û şirketên paravan rawestin û got, "Divê ev hemû niha rawestin."
"Pereyê wan bê qîmet e"
Trump her wiha destnîşan kir ku şiyanên leşkerî yên Îranê gelekî lawaz bûne û got:
"Hêza wan a deryayî nemaye, hêza wan a asmanî hatiye rûxandin û kargehên wan ên leşkerî niha bûne kavil."
Wî pereyê Îranê bi rengê "bê qîmet" pênase kir û got ku ew welat "bi benekî (ta) ve daleqandî ye."
Trump ev pêngav bi awayê "Roja D ya Aborî" (Economic D-Day) bi nav kir û bangî hevpeymanên Amerîkayê kir ku ji bo îzolekirina Îranê tevlî Washingtonê bibin û got:
"Pêdiviya me bi hemû Hevpeymanên me heye ku li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê rawestin da ku gefa Îranê îzole bikin û têk bibin."
Serokê Amerîkayê helwesta îdareya xwe ya li ser bernameya nukleer a Îranê ducare kir û got, "Îran ti carî nabe xwedî çekên nukleer."
Bersiva Îranê: Ev pêngav bi bin ketiye
Li hêla din, ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya Îranê gefa dawî ya Trump wekî versiyoneke nû ya pêngava "bi binketî" ya fişara herî zêde pênase kir.
Tasnîmê di daxuyaniyeke xwe de bi eşkereyî got:
"Donald Trumpê ku di dema serokatiya xwe de polîtîkaya 'fişara herî zêde' li dijî Îranê meşand û piştî binketina vê polîtîkayê serî li gefên leşkerî da, careke din serî li rêbaza 'şerê aborî' daye."
Heman ajansê diyar kir ku Amerîka bi salan e hewl dide têkiliyên darayî û bazirganî yên Îranê yên bi cîhanê re sînordar bike û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Îran fêr bûye ku van sînordarkirinên derbas bike û di vî karî de bûye pispor."

