Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Floresê ya Endonezyayê îro erdhejeke bi hêza 5,9 pileyan çêbû.
Navenda Lêkolînên Jeozanistê ya Almanyayê (GFZ) ragihand ku erdhejê di kûrahiya 10 kîlometreyan de rû daye.
Heta niha li ser mirina mirovan yan zererên madî yên mezin ti agahî nehatine ragihandin.
2018 û 4 hezar mirî
16ê Hezîrana îsal jî li girava Sulawesiyê ya Endonezyayê erdhejeke bi hêza 6,7 pileyan rû dabû.
Her wiha sala 2018an li bajarê Paluyê erdhej û tsunamiyeke bihêz rû dabû.
Di wê erdhejê de zêdetirî 4 hezar kesan miribûn.
Ji ber vê yekê şêniyên herêmê li hemberî rûdanên sîsmîk gelekî hesas in.


