Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa esmanî ya Rûsyayê ya li ser Kîeva paytexta Ukraynayê de 8 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Serokê Şaredariya Kîevê Vitali Klitschko li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Rûsyayê bi mûşekan êrişî paytextê kiriye.
"Nexweşxaneya zarokan zerer dît"
Klitschko da zanîn ku li gelek taxên bajêr xisar çêbûye û got, "Li taxa Solomyanskê avahiya nexweşxaneyeke zarokan xisar dît."
Klitschko diyar kir ku li gorî destnîşankirinê destpêkê di êrişê de 8 kes mirine û 33 kes jî birîndar bûne.
Di daxuyaniya Xizmeta Rewşa Awarte ya Dewleta Ukraynayê de hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li taxên Sviyatoşinskiy, Darnitskiy û Solomyanskê berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa Rûsyayê li herêma Jîtomîrê ya Ukraynayê jî êrişek pêk aniye.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de jî 2 kes mirine û 40 kes jî birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku ji ber êrişê li navendeke polîsan a li herêmê şewat derketiye.



