Hewlêr (Rûdaw) - Li Komara Afrîkaya Navîn, di herifîna kana zêr a li nêzîkî sînorê Kamerûnê de hejmara karkerên ku mirine derket 107an.
Li gorî nûçeyên medyaya Komara Afrîkaya Navîn, li derdora gundê Zamboyeyê kana zêr a ku bi rêbazên kevneşopî dihat xebitandin herifî.
Di xebatên tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û şêniyên herêmê de heta niha cenazeyên 107 karkeran ji bin axê hatin derxistin.
Her wiha hat ragihandin ku gelek karker di bin axê de mane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li kanê berdewam dikin.
Berdevkê Hikûmeta Komara Afrîkaya Navîn Evariste Ngamana sersaxî ji malbatên karkerên mirî re xwest.
Evariste Ngamana diyar kir ku rayedar ji bo alîkariya mexdûran xebatên xwe didomînin.
Li Komara Afrîkaya Navîn ji ber nebûna tedbîran û kêmasiya kontrolê di kanên zêr de gelek caran herifîn çêdibin.
-6a853f0e13855.webp&w=3840&q=75)


.webp&w=3840&q=75)