Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Selaheddînê ya Hewlêrê ragihand ku bi hevkariya wan li zanîngeheke Pekîna paytexta Çînê beşa zimanê Kurdî tê vekirin.
Berdevkê zanîngehê diyar kir ku dê her du zarava jî bên xwendin.
Daxuyaniya zanîngehê îro hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Zanîngeha Selaheddînê ya Hewlêrê hevkar û hevahenga sereke ya vekirina beşa Kurdî ya li Zanîngeha Pekînê ya Çînê ye.”
"Dê îsal xwendekaran wergirin"
Berdevkê Zanîngeha Selaheddînê Saman Ebdulah îro Rûdawê re axivî û got:
“Ev beş ji bo Çîniyan e û ew dê îsal xwendekaran wergirin. Dê hejmara xwendekarên wergirtî di navbera 10 û 20î de be.”
Dê bibe pireke çandî û akademîk
Berdevkê Zanîngeha Selaheddînê destnîşan kir ku vekirina beşa Kurdî ya li Çînê dê di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de bibe pireke akademîk û çandî û wiha domand:
“Ew xwendekarên ku li Çînê li beşa Kurdî tên wergirtin, dê 3 salên yekem bi zaravayê Soranî bixwînin. Ew dê sala çarem jî bi Kurmancî bixwînin.”
Saman Ebdullah da zanîn ku ev yek ji bo wê ye ku derçû li ser zarava û şaxên cuda yên zimanê Kurdî bibin xwedî zanyariyên temam.
Beşa zimanê Çînî li Îraq û Herêma Kurdistanê
Li Îraq û Herêma Kurdistanê tenê li Zanîngeha Selaheddînê beşa zimanê Çînî heye.
Saman Ebdullah anî zimên ku li zanîngeha wan li beşa Çînî 100 xwendekar hene.
Wî diyar kir ku îsal dê xula sêyem a beşa Çînî xwendina xwe temam bike.



