New York (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişa bi dronan a li dijî ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, “Binpêkirineke eşkere ya serweriyê ye.”
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, berê sibeha bi dronên bombebarkirî êrişî Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê hat kirin.
Ev cih li navçeya Pîrmamê ya parêzgeha Hewlêrê ne.
"Em şermezar dikin"
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ji Rûdawê re li ser van êrişên bi dronan axivî û got:
"Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin."
Pirsa Rûdawê û bersiva Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric wiha ye:
Rûdaw: Tenê pirsek, îro du dronên bombebarkirî yên Îranê Herêma Kurdistan kir armanc. Yek ji wan li ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ket. Li gorî gotina berpirsên wê derê, ev yek wekî pêngaveke metirsîdar tê dîtin. Gelo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî vê êrişa li ser Kurdistanê wekî êrişa li ser serweriya Îraqê dibîne?
Stephane Dujarric: Bi awayekî eşkere ev binpêkirina serweriya Îraqê ye. Em êrişa li ser ofîsa Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin.
Çi bûbû?
Dijîterora Kurdistanê ragihand ku 2 dronên bombebarkirî avêtine Ofîsa Taybet a Serokwezîr û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê.
Li gorî daxuyaniya Dijîterora Kurdistanê, îro (17ê Tebaxa 2026an) demjimêr 00:28an, 2 dronên bombebarkirî yên "Hedîd-110" ji aliyê sînorê Îranê ve hatine avêtin.
Dijîterorê da zanîn ku dron berdane baregeha Ofîsa Taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayînê yê Berpirsê Ajansa Parastinê yên li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê.
Her wiha hat diyarkirin ku di êrişê de zererên canî çênebûne.
Dijîterorê di daxuyaniya xwe de ev êriş şermezar kirin û got:
"Em van êriş û destdirêjiyan bi tundî şermezar dikin û bi ti awayî nayên qebûlkirin, hemû berpirsyariya encaman jî di stûyê encamderan de ye."
Hedîd-110
Hedîd-110 drona Îranê ya herî bilez e, leza wê di demjimêrekê de digihîje 510 kîlometreyan û motora wê ji cureyê turboyê ye.
Ev dron dikare heta 9 kîlometreyan bilind bibe û demjimêrekê bifire û 350 kîlometreyan dûr here.
Her wiha, dikare 30 kîlogram teqemenî hilgire.
Dron ji bo wê hatiye çêkirin ku beriya pergalên parastina asmanî wê bibînin, bi lez û bez asmanê aliyê beramber derbas bike.
Ev cureyê dronê ji bo armanckirina radar, pêgehên hestyar, navendên fermandariyê û binesaziyên girîng hatiye çêkirin.
Cara yekem di Adara 2026an de di şerê li dijî Îsraîl û Amerîkayê de ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve hat bikaranîn.
Îranê bi awayekî fermî nirxê wê eşkere nekiriye lê tê texmînkirin ku nirxê wê di navbera 20 hezar û 50 hezar dolarî de ye.



