Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ragihand ku Amerîkayê bi rêya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Supaya Pasdaran a Îranê re bi veşartî gotûbêj kiriye.
Malpera nûçeyan a Axios a Amerîkayê di rapora xwe de amaje bi wê yekê kiriye ku îdareya Amerîkayê di dema alozbûna dan û standinan û qutbûna kanalên pêwendiyê yên Washington û Tehranê de, serî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daye da ku nêvbeynkariyê bike.
Li gorî nûçeya ku Axiosê belav kiriye, Amerîka û Supaya Pasdaran a Îranê hevdîtin kirine.
Axiosê ragihand ku ev hevdîtina di navbera her du aliyan de bi rêya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi awayekî veşartî hatiye kirin.
Li gorî Axiosê, sedema vê ew e ku Nêçîrvan Barzanî hem ji aliyê Koşka Spî hem jî ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve cihê baweriyê ye.
Naveroka rapora Axiosê:
“Di nav kanala nehênî ya Trump de ji bo pêwendîkirina bi Supaya Pasdaran re;
Di nîveka meha gulanê de, danûstandinkarên Amerîkayî yên ku hewl didan bi Îranê re bigihin peymaneke ji bo bidawîkirina şer, rastî pirsgirêkekê bûn. Wan nedizanîn gelo ew kesên ku li hemberî wan rûniştine bi rastî nûnertiya Supaya Pasdaran a bihêz a Komara Îslamî ya Îranê dikin yan na.
Ji ber vê yekê berpirsên îdareya Trump karekî neasayî kirin, wan danûstandinkarên Îranî piştguh kirin û rasterast pêwendî bi serkirdatiya Supaya Pasdaran re danîn. Kesê ku wan ji bo vê kanala nehênî destnîşan kir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû. Taybetmendiyeke wî hebû ku li cem hinik kesên din heye: Ew cihê baweriya serkirdatiya Amerîkayê û Supaya Pasdaran bû.
Çima girîng e
Ev rûdan ku ji aliyê sê çavkaniyên agahdar ve bi hûrgilî hatiye veguhastin û berê di medyayê de nehatiye belavkirin, nîşan dide ku dan û standinên Amerîkayê bi welatekî re ku Washington ne piştrast e kî bi rastî xwedî biryar e, çi qasî aloz in. Hem Amerîka û hem jî Îran gihîştin bîrnameyekê lê zû têk çû.
Pisgrikêka serekî ya îdareya Trump niha û di her dan û standinên paşerojê de ev e: Çawa dikare piştrast be ku li gel wan kesan diaxive ku bi rastî xwedî biryar in. Ev tê wê wateyê ku divê ew navbeynkar werin dîtin ku hem Koşka Spî hem jî rejîma Îranê bawerî bi wan heye.
Wêneyê giştî
Şer serkirdatiya Îranê serûbin kir. Kuştina Rêberê Bilind Elî Xamineyî û serkirdeyên din ên payebilind û ew 40 rojên şer ku piştî wê hatin, kontrola Supaya Pasdaran bi ser biryardarên desthilatê de bi awayekî berçav bihêztir kir. Di nav de biryarên pêwendîdar bi asayîşa neteweyî û siyaseta derve.
Nediyariya rewşa tenduristiya Rêberê Bilind ê nû Mucteba Xamineyî, di çend hefteyên yekem ên şer de û derneketiya wî li pêşberî raya giştî, fermandarên Supaya Pasdaran hîn bêtir bihêz kir.
Paşxan
Piştî agirbesta 8ê Nîsanê û wê lûtkeya ku çend roj pişt re li Îslamabadê hat lidarxistin, Amerîka û Îranê hewl da ji bo bidawîkirina şer dan û standinan bikin.
Koşka Spî di destpêka meha gulanê de, hest dikir ku nêzîk e bigihin peymanekê lê Îranê zêdetir ji 10 rojan bersiva xwe dereng xist.
Danûstandinkarên Koşka Spî ketin gumanê ku gelo danûstandinkarên Îranê (Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf û Wezîrê Karên Derve Ebas Eraqçî) desthilata wan nîne ku rêkeftinê bikin û biryarên wan ji aliyê Supaya Pasdaran ve tên redkirin.
Bipêşveçûna rûdanan
Koşka Spî hest pê kir ku pêwîstiya wan bi kanaleke nehênî heye ji bo gotûbêjkirina bi serkirdatiya Supaya Pasdaran re.
Li derdora 10ê Gulanê, Tulsî Gabbard ku wê demê Birêvebera Îstîxbarata Neteweyî bû, pêwendî bi Nêçîrvan Barzanî re danî.
Li gorî du çavkaniyên agahdar ji pêwendiyê, Gabbard ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye ku îdareya Amerîkayê wisa difikire ku ew dikare alîkar be ji bo pêwendîkirina bi Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wehîdî re.
Nêçîrvan Barzanî di dema şerê Îran-Îraqê de li Îranê jiyaye û li Zanîngeha Tehranê xwendiye. Ew bi Kurdî û Farisî bi herîkbar diaxive û pêwendiyên taybet bi çend endamên payebilind ên rejîma Îranê re hene, di nav wan de berpirsên mezin ên Supaya Pasdaran. Ev jî li gorî gotina yek ji çavkaniyan e.
Brett McGurk wekî şêwirmendê Rojhilata Navîn ji bo çar serokên Amerîkayê kar kiriye, di hevpeyvînekê de got: `Nêçîrvan Barzanî çareserkarekî rasteqîn ê kêşeyan e. Li seranserî herêmê rêz jê re tê girtin. Gelek kesên ku li Tehran û Washingtonê dinase. Ew kesek e ku di dema dijwar de pêwendî pê re tê kirin.`
Çavkaniyê got, Gabbard ji Nêçîrvan Barzanî re zelal kiriye ku ew bi razîbûna Serok Trump û Alîkarî Serok JD Vance,pêwendî pê re kiriye.
Her wiha çavkaniyê amaje bi wê yekê kir ku Gabbard ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, Koşka Spî dixwaze bizanibe gelo Wehîdî û serkirdatiya Supaya Pasdaran li gel wê yekê hevnêrîn in ku Qalîbaf û Eraqçî dan û standin li ser kirine yan nêrîn û daxwazên din hene.
Gabbard her wiha behs kiribû ku navbeynkar nikarin bigihin Wehîdî ji bo zelalkirina vê babetê.
Li pişt perdeyê
Nêrçîrvan Barzanî daxwaza Gabbard qebûl kir. Wî pêwendî bi wan kesan re kir ku di nav Supaya Pasdaran de nas dike û ji wan re got, peyamek ji îdareya Trump bi wî re heye.
Li gorî yek ji çavkaniyan, Nêçîrvan Barzanî got, `Lê ez dixwazim rasterast bi General Wehîdî re biaxivim.`
Îranî razî bûn. Berpirsekî Supaya Pasdaran 14ê Gulanê gihişte ofîsa Nêçîrvan Barzanî a li Hewlêrê û mobîleke şîfrekirî pê re bû ji bo pêkanîna pêwendiyeke telefonî.
Nêçîrvan Barzanî ji Wehîdî pirsî gelo ew ligel danûstandinkarên Îranê hevnêrîn e? Generalê Îranî got, belê hevnêrîn e. Li gorî çavkaniyeke agahdar, Wehîdî gotiye, `Ez bi temamî piştgiriya wan dikim û ev helwesta Supaya Pasdaran e jî. Em wisa baştir dibînin ku vê pirsgirêkê bi rêya dan û standinan çareser bikin.`
Sê çavkaniyan ku yek ji wan berpirsekî Koşka Spî ye, ragihandin ku yekser piştî gotûbêja xwe bi Wehîdî re, Nêçîrvan Barzanî pêwendî bi Gabbard re kiriye û zanyarî dane wê li ser bersiva Îranê. Piştre Gabbard zanyarî gihandine Koşka Spî.
Pêşniyareke nû
Li gorî çavkaniyeke ji rewşeê agahdar, piştî wergirtina bersiva Îranê, îdareya Trump pêşniyareke din kiriye.
Amerîkayê xwestiye Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê mazûvaniya gotûbêjên nehênî di navbera danûstandinkarên mezin ên Amerîka û Îranê de bike.
Çavkanî dibêje, Nêçîrvan Barzanî careke din bi Îraniyan re axiviye û peyam gihandiye Îranê. Îraniyan red nekir lê li ser ewlehiya wan gumanên wan hebûn.
Ew di wê baweriyê de bûn ku îstîxbarata Îsraîlê pêgeheke bihêz li Herêma Kurdistanê heye û gumana wan ji wê yekê hebû ku Îsraîlî hewl bidin wan li Hewlêrê yan di dema geştê de êrişî wan bike.
Civîna Hewlêrê qet nehat kirin.
Rewşa niha
Çavkaniyên herêmî yên agahdar ji rewşê dibêjin, navbeynkarên Pakistanî û Qeterî parvekirina peyaman a di navbera Amerîka û Îranê de didomîmin lê bê ti bipêşveçûnên berçav.
Hinek ji van çavkaniyan wisa difikirin ku Pakistanî zanyariyên gelekî geşbîntir ji rastiya dan û standinan vediguhêzin ku wisa bê hestkirin ku pêşveçûn heye û dibe sedema şikandina vê asêbûnê.
Ji bo paşerojê em li benda çi bin?
Li gorî çavkaniyeke agahdar, di van demên dawî de Nêçîrvan Barzanî peyam ji Koşka Spî re şandiye û pêşniyar kiriye ku amade ye alîkariya wan bike ji bo destpêkirina dubare ya dan û standinên Amerîka û Îranê.
McGurk got ku pirsgirêka navbeynkaran nîne pirsgirêk siyaseta Îranê ya derbarê Tengava Hurmizê de ye.
Bi gotina McGurk xuya nake siyaseta Îranê ya Tengava Hurmizê di demeke nêzîk de were guhertin.


