Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku ji ber başbûna rewşa li Sûriyeyê, wan dest bi betalkirina gav bi gav a mafê mayînê yê penaberên Sûriyeyî kiriye.
Ev biryar rasterast bandorê li ser bi sed hezaran welatiyên Sûriyeyê dike ku li Almanyayê alîkariya civakî werdigirin.
Daîreya Koç û Penaberan a Almanyayê (BAMF) ji meha hezîranê ya îsal ve bi hinceta ku rewşa li Sûriyeyê ber bi asayîbûnê ve çûye, dest bi betalkirina vî mafî kiriye.
Tê çaverêkirin ku ev pêvajo di mehên payîzê de hîn berfirehtir bibe.
Daxuyaniya taybet a ji bo Rûdawê
Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê îro pirsên Rûdawê ên li ser vê mijarê bersivandin.
Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê bi bîr xist ku biryara dawî ya li ser statuya penaberan ji aliyê BAMFê ve tê dayîn û got:
"BAMFê ji nîveka Hezîrana 2026an ve dest bi betalkirina mafên wan kesan kiriye ku berê ji ber şert û mercên xirab ên li Sûriyeyê mafê penaberiyê wergirtibûn. Di vê qonaxê de ji ber başbûna şert û mercên li Sûriyeyê ev pêvajo hîn zêdetir hat berfirehkirin."
Li aliyê din, di nûçeyên çapemeniya Almanyayê de li ser zarê çavkaniyên Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) hatibû îdiakirin ku Wezîrê Karên Navxwe Alexander Dobrindt ferman daye saziyên pêwendîdar ku mafên penaberiyê yên Sûriyeyiyan bi awayekî berfireh bi paş ve bixînin.
"Yên ku naxebitin dê bên şandin, bijîşk dikarin bimînin"
Berdevkê Karên Navxwe yê Koma Parlamentoyê ya CDU/CSUyê Alexander Throm ji medyaya Almanyayê re axivî û diyar kir ku ew dixwazin vegera dildarî teşwîq bikin.
Alexander Throm da zanîn ku ji bo kesên bi daxwaza xwe vedigerin Sûriyeyê dê alîkariya darayî ji hezar euroyî zêdetir bibe û anî zimên ku ev rê ji mesrefên dersînorkirina bi zorê gelekî erzantir e.
Throm li ser kesên ku dê bên şandin jî ev agahî dan:
"Divê mafê penaberiyê yê wan xortên ku bi tena serê xwe hatine, naxebitin û alîkariya civakî werdigirin, yekser ji nû ve bê nirxandin û betalkirin.
Lê kesên ku li vir di karên krîtîk de yên wekî bijîşkî an lênêrîna nexweşan de dixebitin, dê derfeta wan a mana li vir hebe."
Nîvê Sûriyeyiyên li Almanyayê bi alîkariya civakî dijîn
Li gorî amarên BAMFê, heta 31ê Tîrmeha 2026an li Almanyayê 912 hezar û 386 welatiyên Sûriyeyê bi awayekî fermî qeydkirî ne.
Ji wan daxwaza penaberiyê ya 14 hezar û 579 kesan bi temamî hatiye redkirin û divê ew ji welêt derkevin.
Her wiha li gorî amaran, ji zêdetirî 900 hezar Sûriyeyiyên li Almanyayê nêzîkî 450 hezar kes rasterast bi alîkariya civakî ya dewletê debara xwe dikin.
Piştî ku dawiya sala 2024an desthilata Beşar Esed rûxiya, Almanyayê qebûlkirina daxwazên nû yên penaberiyê yên ji bo Sûriyeyiyan rawestandibû.
Tê destnîşankirin ku bi vê pêvajoya nû re siyaseta "deriyê vekirî" ya Almanyayê ya ji bo koçberên Sûriyeyî bi temamî bi dawî bûye.



