Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump şêwaza dan û standinê ya berpirsên Îranê bi tundî rexne kir û ew wekî "fêlbaz" û "nerastgo" bi nav kirin.
Trump dibêje, sê stratejiyên cuda yên Washingtonê ji bo tevgera bi Îranê re hene ku yek ji wan êrişeke leşkerî ya gelekî tund e.
"Ew di dan û standinan de fêlbaz in"
Serokê Amerîkayê îro ji medyaya welatê xwe re qala dan û standinên bi Îranê re kir û got:
"Ew di dan û standinan de gelekî fêlbaz in. Çimkî ew li ser tiştekî razî dibin lê paşê derdikevin derve û ji ragihandinê re dibêjin ku wan wisa nekiriye."
Serokê Amerîkayê her wiha anî zimên ku berpirsên Îranê "kesên gelekî nerastgo ne."
Sê vebijêrkên Washingtonê
Trump amaje bi sê vebijêrkan kir ku Amerîka dikare li hemberî Îranê bi kar bîne.
Trum diyar kir ku ya yekem “berdewambûna li ser rewşa niha ye” û got:
"Em tenê çavdêriyê dikin ka dê ew rejîm çawa têk biçe çimkî wan neteweya xwe dîl girtiye."
Bi gotina wê ya din bebijêrka leşkerî ye û êrişkirina li ser wan bi awayekî gelekî gelekî tund.
Trum da zanîn ku ya sêyem jî zexta aborî ye û bicihanîna zextên aborî yên Washingtonê niha jî didome.
"Leşkerên wan direvin"
Trump li ser rewşa navxweyî ya Îranê jî wêneyekî reşbîn nîşan da û got:
"Rêjeya enflasyonê ya li cem wan ji sedî 300 e û nirxê pereyê wan nemaye. Heta nikarin meaşên leşkerên xwe jî bidin û leşkerên wan direvin."
Trump destnîşan kir ku ev rewş gihîştiye qonaxekê ku têkçûna Îranê misoger e.
Zexta aborî yan êrişa leşkerî?
Gotinên Trump di demekê de ne ku doh Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz ragihandibû, tiştê ku Îraniyan neçar dike daku mercên Amerîkayê bi cih bînin "zexta aborî" ye.
Wî her wiha diyar kir ku zextên aborî ji şer zêdetir bandor kiriye.
Nûnerê Amerîkayê di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya welatê xwe re got:
"Operasyona Xezeba Aborî ya ku ji aliyê Wezîr Scott Bessent (Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê) ve tê birêvebirin, aboriya Îranê wêran dike.
Îranî niha ji Wezîr Bessent zêdetir ditirsin, ne ji Wezîr Hegseth (Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth)."
Li gorî Navenda Amaran a Îranê, niha rêjeya enflasyonê li wî welatî ji sedî 66 e.
Divê were gotin ku Amerîka û Îsraîlê 28ê Sibatê êrişî Îranê kiribû û wê jî bi mûşek û dronan êrişî welatên cîran kiribû.
Îranê piştî van aloziyan 2yê Adarê Tengava Hurmizê girtibû.



