Hewlêr (Rûdaw) - Tankereke ku nêzîkî milyonek bermîl petrola xav a Rûsyayê vediguhast Asyayê, piştî teqînekê li beravên Zofarê yên li başûrê Umanê li beravê asê ma.
Piştî qezayê petrol herikî deryayê û qadeke bi qasî 400 kîlometreyan da ber xwe.
Li gorî nûçeya Reutersê, tankera bi navê Caroline Bezengiyê nêzîkî milyonek bermîl petrola xav a Rûsyayê dibir Asyayê.
Tankerê destpêkê 8ê Hezîranê li beravên Yemenê ragihandibû ku xera bûye.
Li gorî agahiyên destpêkê yên du çavkaniyên ewlehiya deryayî, tê texmînkirin ku piştî êrişekê di tankerê de teqîn çêbûye.
Lê hîn ne diyar e bê ma ev teqîn ji ber êrişeke Ukraynayê ya li dijî tankerên Rûsyayê ye yan jî ji ber şerê li Rojhilata Navîn e.
Îhtimal heye ku tanker parçe bibe
Pisporekî tankerên petrolê dîmenên peykan (satellite) nirxandin û diyar kir ku bi îhtimaleke mezin tanker xwar bûye.
Çavkaniyên deryavaniyê jî hişyarî da ku îhtimal heye tanker bi temamî parçe bibe.
Tankerê meha Nîsanê ji Bendera Novorossiyskê ya Rûsyayê barê xwe hilda û dawiya meha Gulanê di Tengava Suweyşê re derbas bû.
Caroline Bezengiya ku sala 2001ê hatiye çêkirin, wekî beşek ji "fîloya sîber" tê zanîn.
Ev fîlo ji tankerên kevn pêk tê ku ji xizmetên sîgorte û deryavaniyê yên welatên Rojava bêpar in û ji bo veşartina xwediyên xwe yên rastîn bi alayên welatên cuda dixebitin.
Tanker niha li beravên Zofarê yên li başûrê Umanê ye.
Di amarên deryavaniyê yên vekirî de dihat dîtin ku tanker alaya Kamerûnê li ser ba dibe lê meha Hezîranê ew tanker di nav wan 39 keştiyan de bû ku ji sîcîla keştiyan a Kamerûnê hatin derxistin.
Xwediyê qeydkirî yê tankerê Rentoor Shipmanagement Ltd. ye û birêvebirê wê jî Villar Shipmanagement Ltd. xuya dike.
Yekîtiya Ewropayê, Ukrayna, Brîtanya, Kanada û Swîsreyê ceza daye vê tankerê.
Li gorî amarên LSEGê, nekarîn xwe bigihînin wan şirketên ku tê fêmkirin navenda wan li Çînê ye.
Rayedarên Umanê roja duşemê daxuyaniya xwe ya ewil a fermî ya li ser bandorên jîngehî da.
Birêvebiriya Jîngehê ya Umanê bi rêya ajansa nûçeyan a dewletê ragihand ku petrola ku li nêzîkî Giravên Hallaniyatê herikiye qadeke bi qasî 390 kîlometreyan girtiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku petrol ber bi bakurrojhilatê giravan ve diçe û bi qasî 7 kîlometreyan nêzîkî beravê bûye.
Rayedaran da zanîn ku niha ji bo tesîsên parzûnkirina ava deryayê û tesîsên geştyariyê yên li herêmê ti metirsî nînin.
Sultanê Umanê Heysem bin Tariq, sala borî bi biryarnameyekê derdora Giravên Hallaniyatê wekî qada parastina xwezayê ragihandibû.
Ev herêm mazûvaniya gelek cureyên ajelên kovî yên wekî nehengên piştxûz ên Deryaya Ereban û qereqazên Sokotrayê dike.
Greenpeace: Petrol li qadeke 600 kîlometre belav bû
Rêxistina jîngehê Greenpeaceyê hefteya borî li gorî dîmenên peykan nirxandinek kiribû.
Greenpeaceyê texmîn kiribû ku petrol li qadeke bi qasî 600 kîlometreyan belav bûye.
Cudahiya di navbera qada 390 kîlometre ya ku rayedarên Umanê eşkere kiriye û texmîna Greenpeaceyê nîşan dide ku nirxandinên li ser mezinahiya herikîna petrolê hîn ne diyar in.
Rayedaran ragihand ku midaxeleya li dijî herikîna petrolê ya li herêmê berdewam dike.
Rêxistinên jîngehê jî bi taybetî ji bo ekosîstema hestyar a li derdora Giravên Hallaniyatê li ser bandorên demdirêj hişyariyê didin.



