Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bersiv da daxwaza tezmînata şer a Tehranê.
Donald Trump eşkere kir ku dê Washington jî ji bo leşkerên Amerîkayê yên kuştî û bi sed hezaran xwenîşanderên sivîl ji Îranê tezmînatê bixwaze.
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de 5 mehan ajot û piştî wê dan û standinan dest pê kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser nîqaşên "tezmînatê" yên di van dan û standinan de daxuyaniyeke nû da.
"Beriya niha qet qala tezmînatê nehatibû kirin"
Trump îro (10ê Tebaxa 2026an) li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kir.
Wî di peyama xwe de ragihand ku nûnerên Komara Îslamî ya Îranê ji bo wêraniya ku di encama şer de çêbûye ji Amerîkayê tezmînat xwestiye.
Trump diyar kir ku sedema bingehîn a derketina şer "Rêlibergirtina destxistina çekên nukleer ên Îranê ye."
Trump destnîşan kir ku di hevdîtinên berê de qet qala mijara tezmînatê nehatiye kirin.
"Madem wisa ye em jî tezmînatê dixwazin"
Serokê Amerîkayê daxwaza Tehranê wekî "fikreke balkêş" bi nav kir.
Wî da zanîn ku dê Washington jî wekî bersivdanekê şertên xwe yên tezmînatê deyne ser maseyê.
Trump şer û pevçûnên serdema Qasim Silêmanî û êrişên bi teqemeniyên bidestçêkirî (EYP) bi bîr anîn.
Wî tekez kir ku divê Îran ji bo wan Amerîkiyan bedêlekê bide ku di van rûdanan de mirine yan jî birîndar bûne.
Trump her wiha diyar kir ku ew ji bo malbatên wan kesên ku di êrişa keştiya USS Coleyê de mirine û ji bo malbatên bi hezaran leşkerên ku di şeran de mirine jî tezmînatê dixwazin.
Şertê tezmînatê yê ji bo xwenîşanderên sivîl
Trump rûdanên navxweyî yên Îranê jî xist nav çarçoveya tezmînatê.
Wî ragihand ku wî ferman daye şandeya dan û standinan û ev tişt anîn zimên:
"Ji bilî wan 52 hezar kesên ku di 5 mehên dawî de hatine kuştin, divê ji bo malbatên wan bi sed hezaran xwenîşanderên sivîl û bêguneh jî tezmînat bê dayîn ku Îranê di 50 salên dawî de ew kuştine.
Min telîmat da nûnerên xwe ku ew vê yekê bi awayekî xurt bixin nav dan û standin û hemû hevdîtinên paşerojê."
Aloziya di navbera Amerîka û Îranê de piştî şerên giran ên 5 mehan, derbasî ser maseyê dan û standinan bûbû.
Tê meraqkirin bê ka dê ev daxuyaniya dawî ya Trump çi bandorê li ser hevdîtinên şandeyan bike.
.webp&w=3840&q=75)


