Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Înîsyatîva Cîhanî ya Kurdan a Zanîngeha Amerîkî ya li Washingtonê Dr. Yerîvan Seîd da zanîn ku lobiya Kurdan a li Amerîkayê ne yekgirtî ye û dengê wê ne yek e.
Yerîvan Seîd destnîşan kir ku divê Kurd hebûna xwe ya li navendên lêkolînê û zanîngehan zêde bikin.
Serokê Înîsyatîva Cîhanî ya Kurdan a Zanîngeha Amerîkî ya li Washingtonê Dr. Yerîvan Seîd beşdarî bernameya "Rêya Kongreyê" ya Rûdawê bû û pirsên Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Yerîvan Seîd ragihand ku di dema şerê DAIŞê de, Kurdan karî dengê kolanên Amerîkayê bi dest bixe û bandorê li raya giştî ya Amerîkayê bike, ji ber ku bala mediyaya Amerîkayê gelekî li ser wê bû lê niha DAIŞ nemaye û bala li ser Kurdan jî kêm bûye.
Li gorî gotina Dr. Yerîvan Seîd, karê pêşîn ê Amerîkayê niha ne Îraq û Rojhilata Navîn e, her çend şerê Îranê heta radeyekê bal kişandibe ser herêmê jî.
Dr. Yerîvan Seîd her wiha got, "Tiştê ku Kurd dikarin bikin ew e ku bi awayekî armanckirî û stratejîk bixebitin ji bo ku bandorê çêbikin."
Dr. Seîd amaje pê kir ku rêyek ji van xebatan jî xurtkirina cihê Kurdan ê li navendên ramanê ye û li pey çû:
"Ka em çi qas li navendên lêkolînan hene? Em li vir gelekî lawaz in.
Pêdiviya me bi wê yekê heye ku em Kurdan li vir araste bikin da ku di paşerojê de li van cihan bixebitin û bandora wan hebe."
"Tenê bernameyeke Kurdî li Washingtonê heye"
Dr. Yerîvan Seîd derbarê rola înîsyatîva xwe ya li Zanîngeha Amerîkî de got:
"Di maweyê zêdetirî 3 salan de me karî mehane bernameya me hebe û kesên bibandor bînin da ku li ser Pirsgirêka Kurdan biaxivin."
Lê Dr. Yerîvan Seîd di wê baweriyê de ye ku ev hewl têrê nakin û pê de çû:
"Tenê bernameyeke ku pêwendiya wê bi Kurdan re hebe û li Washingtonê çalak be heye, ew jî ya me ye.
Wekî nimûne, nêzîkî 14-15 bernameyên lêkolînê yên Îsraîlê hene û 5-6 bername jî yên Filistîniyan hene.
Eger em bixwazin bandora me li ser elîtan û di heman demê de li ser xelkê Amerîkayê jî hebe, divê em zêdetir bixebitin."
Dr. Yerîvan Seîd li ser agahdariya endamên Kongreyê ya ji rûdanên Kurdistanê jî got:
"Em li Zanîngeha Amerîkî, nivîs û hevpeyvînên xwe bi karmend û endamên Kongreyê re parve dikin.
Eger em bixwazin bêtir bandora me hebe, pêwîst e xelk biçe Kongreyê û li gel endam û karmendên wan rûnê."
"Ji bo her parçeyekî stratejiyeke cuda pêwîst e"
Dr. Yerîvan Seîd li ser hebûna stratejiyeke yekgirtî ya ji bo Kurdên hemû parçeyan di wê baweriyê de ye:
"Hinek tiştên giştî hene ku mirov dikare li ser wan bixebite, wekî ku me di dema krîza Rojavayê Kurdistanê de dît ku hevdengiyek hebû."
Dr. Yerîvan dibêje, "Ji bo ku bandoreke me ya baş hebe, pêwîst e ji bo her parçeyekî stratejî û rêyeke taybet hebe.
Çimkî eger em bixwazin ji bo her çar parçeyan bi hev re bixebitin, em dê rûbirûyî lobiyeke bihêz bibin."
Hilbijartinên navxweyî yên Amerîkayê û polîtîkaya derve
Hilbijartinên nîvdemî yên Amerîkayê du salan carekê tên lidarxistin.
Pisporê Kurd di wê baweriyê de ye ku ev hilbijartin "wekî referandûmekê ne li ser karên Koşka Spî."
Wî amaje pê kir ku eger serok nikaribe Civata Pîran bixe bin kontrola xwe, dê rûbirûyî gelek astengiyan bibe û ew partiya ku kontrola civatê dike, dikare rêgiriyên mezin li pêşiya serok çêbike.
Siyaseta derve bi giştî di dema hilbijartinan de ji bo xelkê Amerîkayê ne pirseke sereke ye.
Li gorî gotina Dr. Yerîvan Seîd, xelk bêtir girîngiyê dide bihayê benzînê, xwarinê û rêjeya enflasyonê.
Lê belê vê carê rewş hinekî cuda ye û Dr. Seîd li ser vê yekê got:
"Siyaseta derve ya Amerîkayê bandoreke zêde li ser jiyana xelkê kiriye, mîna şerê Ukraynayê û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de ku rasterast bandor li aboriya navxwe ya Amerîkayê kiriye."


