Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin da zanîn ku ew bi welatên Ewropayê re şer naxwazin lê ji bo şerekî bi vî rengî jî amade ne.
Putin li ser encamên şerekî pêkan hişyarî da û got, “Eger alozî zêde bibin, dê ti alî bi ser nekeve. Bila vê yekê ji bîr nekin.”
Putin li ser pêwendiyên bi Ewropayê re, ewlehiya herêmî û pêşhatên navneteweyî daxuyanî da.
Serokê Rûsyayê piştî Lûtkeya Rûsya-Afrîkayê ya li Moskovaya paytext li gel Serokê Serdema Yekîtiya Afrîkayê û Serokkomarê Burundiyê Evariste Ndayishimiye civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
“Ti alî dê bi ser nekeve”
Putin daxuyaniyên welatên Ewropayê yên li ser amadehiyên wan ên heta sala 2030î yên ji bo şerekî li dijî Rûsyayê nirxandin û anî zimên ku Moskowa şerekî wiha naxwaze lê ji bo wî amade ye û lê zêde kir:
“Em beriya her tiştî amade ne lê em ti şerê li dijî Ewropayê naxwazin. Eger aliyek dixwaze bila xwe amade bike.”
Putin da zanîn ku welatên Rojavayî negihîştine armanca xwe ya têkbirina stratejîk a Rûsyayê û got ku pêkhatina vê armancê heta sala 2030î jî ne pêkan e.
Putin diyar kir ku wan ji Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem ders wergirtine û ji bo ku tiştekî wisa dubare nebe çi ji destê wan were dê bikin.
Peyama Deryaya Baltîkê û Tengava Hurmizê
Putin li ser rewşa ewlehiyê ya li Deryaya Baltîkê jî axivî û got ew piştgiriyê didin pêbendbûna bi hiqûqa deryayî ya navneteweyî ya li herêmê.
Putin destnîşan kir ku ew naxwazin li Deryaya Baltîkê rewşeke mîna Kendava Besrayê an Tengava Hurmizê derkeve holê û pê de çû:
“Ma aliyek heye ku bixwaze li Deryaya Baltîkê rewşeke mîna Kendava Besrayê an Tengava Hurmizê derkeve holê? Em vê yekê naxwazin lê em dê bersiva her cure astengiyan bidin.”
Piştgiriya ji bo sererastkirina pêwendiyên bi Ewropayê re
Putin behsa pêwendiyên xwe yên 27ê Çiriya Pêşîn ên li gel Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb û Serokwezîrê Norwecê Jonas Gahr Store jî kir.
Putin da zanîn ku daxwaza hevdîtinê ji aliyê rayedarên Ewropayî ve hatiye û wan her du rayedaran di destpêka hevdîtinê de diyar kiriye ku ew li ser navê Yekîtiya Ewropayê na, li ser navê welatên xwe diaxivin.
Putin got ku li Ewropayê li şûna têkbirina stratejîk a Rûsyayê, siyasetmedarên ku dixwazin diyalogeke avaker deynin jî hene û anî zimên ku ji ber vê hevdîtinê rexne li Stubb û Store hatine girtin.
Putin ragihand ku Rûsya amade ye pêwendiyên xwe yên li gel welatên Ewropayê ji nû ve bi pêş bixe û piştgiriya her gaveke ji bo avakirina pêwendiyên berfireh ên bi Yekîtiya Ewropayê re dê bike.
Nûnertiya welatên Afrîkayê
Serokê Rûsyayê her wiha da zanîn ku divê biryarên li ser mijarên sereke yên cîhanê li ser bingeha lihevkirineke berfireh bên wergirtin.
Putin diyar kir ku ew piştgiriyê didin welatên Afrîkayê da ku di mekanîzmayên biryardanê yên navneteweyî û di serî de di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî rasttir cih bigirin destnîşan kir ku divê di saziyên navneteweyî de reform bên kirin.
Vladimir Putin got, “Bê guman divê ev pêvajo bi baldarî were amadekirin, bi hevsengî li ser were rawestandin û bi lihevkirinê bi rê ve biçe.”



