Hewlêr (Rûdaw) - Çîn xatir ji taxên xwe yên kevneşopî dixwaze û êdî piraniya qadên niştecihbûnê wekî keleyên ewlehiyê ne.
Têl, kamerayên ewlehiyê û parêzvanên hişk sînorekî nû xistin navbera malan û kolanan.
Ev rewş ne tenê ji bo dabînkirina ewlehiyê ye.
Di heman demê de pergaleke berfireh e ku armanca wê kontrolkirina tevgera bi milyonan mirovan e.
Serdema "dîwarên jîr"
Ew dîwarên ku li dora taxên Çînê hatine lêkirin ne tenê ji betonê ne.
Di heman demê de wekî "dîwarên jîr" tên naskirin.
Bi saya teknolojiya naskirina rû, her deriyekî taxê bûye xaleke kontrolê ya dîjîtal.
Ev xal, hûrgiliyên jiyana rojane ya şêniyan qeyd dike.
Karmenda kuaforekê Yao Tangê li ser vê pergalê got:
"Ewlehî ji bo me jinan gelekî baş e lê ji bo ketina her taxê pêwîstî bi kontrol û qeydkirinê heye. Ev yek jî carnan dikare mirov aciz bike."
Lê belê rayedarên ewlehiyê van tedbîran pêwîst dibînin.
Liu Yiwen parêzvanê ewlehiyê yê sîteyeke niştecihbûnê ye.
Wî bal kişand ser wê yekê ku teknolojî ji bo asanî û ewlehiyê ye û got:
"Pêwîst e kesên biyanî nasnameyên xwe bidin zanîn û xwediyên malan agahdar bikin."
Hikûmeta Çînê li gel "Dîwarê Çînê", niha dîwarekî dîjîtal û modern jî ava kiriye ku hemû kolan û taxan li xwe digire.
Ketina malan ne wekî berê ji rêzê ye.
Derî tenê bi "kod" û "naskirina rû" vedibin.
Vê pergalê ji bo çavdêriyê hêzeke teqez da dewletê.
Bi vî awayî Çînê di serdema coronavîrusê de, deriyên bajarekî 20 milyonî tenê di 20 xulekan de li ser şêniyên wê girt.
"Gihandina bilez" hêdî bû
Van dîwarên ewlehiyê, bandor li leza jiyana rojane jî kir.
Li welatekî ku bi "gihandina bilez" deng daye, niha dîwar bûne asteng.
Karmendên gihandinê li pişt deriyan demeke zêde winda dikin.
Ev yek jî rîtma karê wan hêdî dike.
Karmendê gihandinê Wo Liang qala zehmetiyên xwe kir û got:
"Ev dîwar me hêdî dikin û em neçar dimînin ku gelekî li bendê bimînin. Eger ev asteng nebûna, min dê rojane 20 pakêt zêdetir bigihanda."
Çînê di navbera hevsengiya "ewlehiya tekez" û "leza tevgerê" de bijardeya yekem tercîh kir.
Ji ber vê yekê roj bi roj dîwar bilindtir û jîrtir dibin.
Lê ev yek di heman demê de mesafeya di navbera mirov û kolanan de jî zêde dike.

.jpg&w=3840&q=75)
