Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) zextê li pîşesaziya şer a welatê xwe dike da ku di hilberîna çekan de lezê bikin.
Mebesta Pentagonê ew e ku wan cebilxaneyan tijî bikin ku ji ber şerê li Îranê vala bûne.
Berdevkê Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) Sean Parnell di daxuyaniyekê de amaje pê kir ku wezareta wan ji bo zêdekirina kirîna teqemeniyan dixebite û got:
"Em ji bo ku ew çekên ku bi leşkerên me hewce ne, bi wê leza ku gef dixwazin werin dabînkirin."
Parnell diyar kir ku hewlên hefteya borî yên ji bo bilezkirina pêvajoyê, beşek ji hewleke berfirehtir a ji bo nûjenkirina artêşê bû ku beriya destpêkirina şerê 5 mehî yê Îranê jî dest pê kiribû.
Li gorî belgeyeke ku ketiye destê Washington Postê, Alîkarê Wezîrê Şer ê Amerîkayê Steve Feinberg 5ê mehê nivîsek ji sektora pîşesaziyê re şandiye.
Steve Feinberg ji bo pêşkêşkirina planên xwe bi mebesta bilezkirin û zêdekirina berhemên xwe tenê 21 roj dane wan.
Feinberg di wê nivîsê de dibêje:
"Xula bipêşxistina salane êdî nayê qebûlkirin.
Divê em bi awayekî dramatîk bernameyên xwe bilez bikin û şiyana xwe ya hilberînê her niha berfireh bikin."
Metirsiya li ser leşkeran
Li gorî lêkolîneke nû, şer û pevçûnên vê dawiyê yên di navbera Amerîka û Îranê de bûne sedema bikaranîna rêjeyeke zêde ya mûşekên bipêşketî yên Amerîkayê.
Ev yek jî dibe ku leşkerên Amerîkayê bixe nav metirsiyeke mezintir eger şer careke din dest pê bike.
Li gorî şîroveyeke Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî ku baregeha wê li Washingtonê ye, kêmbûna mûşekên Patriot û THAADê dibe ku Amerîka û hevpeymanên wê yên li Rojhilata Navîn neçar bike ku metirsiyên zêdetir bidin ber xwe ku wan sîstemên parastina asmanî biparêzin.
Wekî mînak, dibe ku hêzên Amerîkayê li dijî dron û mûşekên Îranê mûşekên kêmtir bi kar bînin û ev jî îhtimala wê yekê zêde dike ku yek ji mûşekan bigihe armanca xwe.
Trump îdiayan red dike
Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump çend rojên borî rexne li wan raporan girtin ku behsa kêmbûna cebilxaneyê dikin.
Trump roja pêncşemê li ser Truth Socialê nivîsî ku Amerîka xwediyê "rêjeyeke zêde" ya çekan e.
Trump diyar kir, "Rêjeyeke zêde di qonaxa hilberînê de ye û di dema pêwîst de ji bo navxweyî Amerîkayê tên şandin."
Ev yek di demekê de ye ku projeyasaya xerciyên parastinê li Kongreyê hatiye rawestandin.
Sedema vê ew e ku yasadaner ji êrişên leşkerî yên Trump ên li dijî Îranê hêrs bûne û dijberiya daxwaza Koşka Spî dikin ku dixwaze budceya Pentagonê ji 900 milyar dolarî derxe 1,5 trilyon dolarî.
Amarên mûşekan
Li gorî texmînên Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navneteweyî, hejmara mûşekên Patriotê beriya şer 2 hezar û 330 mûşek bû lê di dema agirbesta meha Nîsanê de daketiye hezar û 30 mûşekan.
Piştî şer û pevçûnên vê dawiyê jî, texmîn diyar dikin ku hejmar tenê di navbera 759 û 827 mûşekan de ye, ango ji destpêka şer ve zêdetirî ji sedî 65ê depoyên Patriotê kêm bûne.
Her wiha hejmara mûşekên sîstema THAADê beriya şer 452 mûşek bû lê di destpêka agirbesta meha Nîsanê de daketiye 232 heta 262 mûşekan.
Her çi qasî Amerîkayê karîbûye beşekê tijî bike jî, hîn jî depo herî kêm ji sedî 38 ji dema beriya destpêkirina şer kêmtir in.
.jpg&w=3840&q=75)

