Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku hêzên deryayî yên Amerîkayê Tengava Hurmizê bi temamî kontrol kiriye.
Trump destnîşan kir ku ew hîn nikare bibêje peymaneke fermî ji bo vekirina temamî ya tengavê hatiye îmzekirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump pirsên rojnamegeran a li ser gihîştina bi peymaneke li gel Îranê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê bersivandin û got:
"Ez naxwazim bibêjim ku peyman hatiye kirin lê niha tengav bi awayekî vekirî ye.
Dorpêçeke me heye ku hêzên deryayî yên Amerîkayê serkêşiya wê dikin û em kontrola çûn û hatinê pê dikin."
Serokê Amerîkayê bal kişand ser wan metirsiyên ku hîn li herêmê mane û anî zimên:
"Ew (Îran) her tim dikarin tiştekî biteqînin yan jî mayînekê bavêjin.
Eger tenê mayînek li wir be, her tiştî xera dike çimkî xelk naxwaze keştiyên xwe yên bi milyar dolaran bibe û bi tesadufî li mayînê bikeve."
Trump li ser paşeroja tengavê geşbîniya xwe nîşan da û ragihand:
"Bi baweriya min em gelekî baş dixebitin.
Ez bi xwe rasterast tevlî dan û standinan dibim û bi baweriya min rewşa me baş e."
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê ku ji 14ê Tîrmeha borî ve didome, ji aliyê hêzên Amerîkayê ve bi tundî tê bicihanîn.
Li gorî amarên dawî yên Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) heta roja 6ê Tebaxê, hêzên Marînzê yên Amerîkayê yên li ser keştiya şer a USS Boxerê bi cih bûne piştgiriya bicihanîna dorpêçê dikin.
Amar nîşan didin ku hêzên Amerîkayê heta niha rêya 49 keştiyên bazirganiyê guherandiye.
Her wiha 2 keştî bi temamî hatine rawestandin û hêzên Amerîkayê çûne ser 2 keştiyên din da ku lêgerînê bikin û piştrast bibin ka ew pêbendî rêkarên dorpêçê ne yan na.



