Hewlêr (Rûdaw) - Li Moskowa paytexta Rûsyayê li nêzîkî qehwexaneyekê teqîneke bihêz çêbû.
Li gorî zanyariyên destpêkê 3 mirin û 15 kes jî birîndar bûn.
Sedema teqînê hîn ne diyar e.
Teqîn di nav xelkê de bû sedema tirs û panîkeke mezin.
Gelek ambulans û tîmên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.
Kuştî û birîndar hene
Polîsê Rûsyayê li ser bûyerê daxuyaniyek da.
Polîs ragihand ku di teqînê de 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Her wiha 15 kes jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Li ser rewşa birîndaran agahiyên berfireh nehatin dayîn û hêzên ewlehiyê qada teqînê dorpêç kir.
Sedem nehat diyarkirin
Rayedaran diyar kir ku hîn ne zelal e ka ev teqîn êrişeke terorîstî ye yan jî ji ber pirsgirêkeke teknîkî çêbûye.
Li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke berfireh hat kirin.
Lêkolînên tîmên pispor ên li qada teqînê didomin.


