Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Spanyayê ragihand ku ew ji bo ewlehiyê leşkeran dişînin Ceutaya bajarê xwe yê li Afrîkayê.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku bi hezaran koçber ji Mexribê derbasî wê herêma Spanyayê ya li bakurê Afrîkayê bûn û bi hezaran kes jî ber bi wê derê ve bi rê ketine.
Nûnerê hikûmeta Spanyayê yê li herêmê ragihand ku cenazeyên 9 koçberan hatine dîtin.
Koçber dema ku bi avjeniyê derbasî Ceutayê dibûne mirine.
Koçberiya ji Mexribê ya ber bi herêmên Spanyayê Ceuta û Melillayê ve, her tim mijareke siyasî ya hestyar e çimkî carinan bi hezaran kes sînor derbas dikin.
Roja pêncşemê Îtalyayê xwest ku Spanya ji herêma Schengenê ya Ewropayê were derxistin.
Ev daxwaz bû sedema karvedaneke tund a Spanyayê û Madrîdê balyozê Îtalyayê bangî wezaretê kir.
Wezareta Karên Navxwe ya Spanyayê ragihand, "Hêzên çekdar dê ji bo parastina ewlehiya bajarê Ceutayê piştgiriya parêzvanên sivîl bikin."
Wezaretê eşkere nekir ku dê çi qas leşker bişînin wê herêma biçûk lê diyar kir ku dê hejmara parêzvanên sivîl bibe du qat.
Her wiha tîmên avjeniyê û keştiyên parêzvanên beravê jî tên şandin.
Îtalya: Spanya xelet e
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani li ser hesabê xwe yê Xê nêrînên xwe parve kirin û got, "Ez li gel girtina herêma Schengenê ya bi Spanyayê re me."
Antonio Tajani her wiha anî zimên ku koçberiya neyasayî û nekontrolkirî gefê li ewlehiya neteweyî ya Îtalyayê dixwe.
Tajani da zanîn ku biryara Madrîdê ya ji bo dayîna nasnameyê ya zêdetirî 500 hezar koçberên neyasayî xelet e.
Li gorî wî, ev biryar bazirganiya mirovan teşwîq dike.
Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Luis Albares bersiva Tajani da û ew tohmetbar kir ku koçberiyê wekî çekekê ji bo armancên siyasî bi kar tîne.
Wî got ev axaftin ji bo "welatekî hevpar û dost" ne guncav in ku li şûna gotinan divê piştgiriya Ewropayê nîşan bida.
Ceuta êdî tije bûye
Serokê Ceutayê Juan Vivas roja çarşemê ragihand ku di çend rojên dawî de 1500 koçber gihîştine herêmê.
Juan Vivas ji televîzyona Spanyayê re got ku li Ceutayê "êdî cihê kesî nemaye."
Koçber li kolanên Ceutayê dimeşin û spasiya polîsên Spanyayê dikin û bi hev re diqîrin, "Bay bay Mexrib, silav Spanya."
Polîs û parêzvanên sivîl ên li Ceutayê kêm midaxeleyî koçberan dikir lê hinek efseran hewl dida koçberan ber bi navendên pêşwazîkirinê ve bibin.
Hevahengiya Madrîd û Rebatê
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir û got ku hikûmeta wî "li ser peydakirina bersiveke bilez ji bo krîza Ceutayê disekine."
Pedro Sanchez her wiha anî zimên ku ew dê hemû çavkaniyên pêwîst bi kar bînin û bi Mexrib û aliyên navneteweyî re bixebitin ku rewş di demeke nêzîk de asayî bibe.
Wezîrê Karên Navxwe Fernando Grande-Marlaska dê îro biçe Ceutayê da ku rewşê ji nêzîk ve bişopîne.
Rikeberên Sanchez ên rastgir jî zextê li wî dikin.
Serokê Partiya Gel (PP) Alberto Nunez Feijoo got, "Divê hikûmet ji erkên xwe nereve çimkî em rûbirûyî krîza ewlehiya neteweyî bûne."
Serokê partiya rastgir a tund Voxê Santiago Abascal jî Sanchez wekî berpirsyarê vê pêla koçberiyê nîşan da.
Ceuta û Melilla tenê du sînorên bejahî yên Ewropayê ne ku li Afrîkayê ne.
Dîroka koçberiyê û rewşa dawî
Rayedarên Spanyayê diyar dikin ku ev ji sala 2021ê ve pêla herî mezin a koçberiyê ye.
Wê demê di çarçoveya krîzeke dîplomatîk de nêzîkî 10 hezar koçber derbas bûbûn.
Roja pêncşemê bi sedan ciwan li bakurê Mexribê ber bi sînorê Ceutayê ve bi rê ketin.
Hinek bi pêyan, hinek bi motorsîkletan û hinek jî bi otomobîlan diçûn.
Hinek ji wan li bajarokê Belyounechê ku 15 kîlometreyan dûrî bajarê Fnideqê ye, xwestin derbasî Ceutayê bibin.
Piştî ku gotegotên "sînor hatine vekirin" belav bûn, girseyeke zêde ber bi sînor ve bi rê ket.
Çavkaniyeke Mexribî ragihand ku piştî van bûyeran dan û standin di navbera her du welatan de zêde bûne ku hevahengî xurttir bibe.
Her du aliyan soz daye ku hemû koçberên neyasayî werin radestkirin.
Serokê Komeleya Çavdêriya Bakur a Mafên Mirovan Mihemed Bin Îsa ragihand ku hêzên ewlehiyê li derdora deriyên sînorî asteng danîne da ku rê li ber koçberan bigirin lê dîsa jî girseyeke zêde ber bi Fnideqê ve diçe.
Ev alozî di demekê de ye ku Şahê Mexribê Mihemedê Şeşem roja pêncşemê li bajarê Mdiqê merasîma pêşwazîkirinê bi rê ve bir ku ew der tenê 20 kîlometreyan dûrî Fnideqê ye.
Her wiha Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez 20ê Tîrmehê çûbû Cezayîrê ku ev piştî 4 salan serdana ewil a serokwezîrekî Spanyayê bû.



