Hewlêr (Rûdaw) - Senatoya Amerîkayê bi ferqeke gelekî kêm, hewldanek bi bin xist ku armanca wê kêmkirina desthilatên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bû.
Di dengdanê de 49 endaman dengê "erê" û 50 endaman jî dengê "na" da.
Bi vî awayî Senatoya Amerîkayê projeyasaya ku ji aliyê Demokratan ve hatibû pêşkêşkirin red kir.
Vê projeyasayê dixwest ku hêzên Amerîkayê ji şerê li dijî Îranê vekişin ku ji aliyê Kongreyê ve destûr nehatiye dayîn.
Li gorî projeyê, divê Kongreya Amerîkayê bi awayekî fermî û eşkere daxuyaniya şer bide.
Ji ber ku projeyasayê nekarî piraniya dengan (51 deng) bi dest bixe, proje di nav komîteya pêwendiyên derve ya Senatoya Amerîkayê de hat ragirtin.
Di encamê de desthilatên leşkerî yên Trump wekî xwe man.
Rexneyên li ser bihabûna sotemeniyê
Beşek ji Demokratan di wê baweriyê de ne ku şerê li dijî Îranê neyasayî ye, çimkî bêyî vegera li Kongreyê hatiye destpêkirin.
Her wiha ew rexneyan li şer digirin, bi taybetî jî ji ber ku bûye sedema bihabûna sotemeniyê ya li Amerîkayê.
Vê dengdanê nakokiyên di nav partiyên Komarî û Demokrat de nîşan dan.
Sê senatorên Komariyan Susan Collins, Lisa Murkowski û Rand Paul li dijî partiya xwe deng da ku desthilatên Trump werin kêmkirin.
Li aliyê din, Senatorê Demokrat John Fetterman tevlî piraniya Komariyan bû û dengê "na" da projeyê.
Senator Mitch McConnell ku yek ji serkirdeyên navdar ên Komariyan e, beşdarî dengdanê nebû.



