Pekîn (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Jiang Bin ji Rûdawê re ragihand ku Çîn di hinartina çekan de 3 prensîbên sereke dişopîne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Jiang Bin her wiha da zanîn ku hevkariyên wan ên leşkerî yên bi Îraqê re dê berdewam bikin.
Jiang Bin di konferanseke rojnamegeriyê ya li Pekînê de bal kişand ser pêwendiyên dostane yên dîrokî yên di navbera Çîn û Îraqê de.
Jiang Bin diyar kir ku ev hevkarî qadên wekî bihevguhertina karmendan, perwerde û rahênanên leşkerî yên di navbera akademiyên her du welatan de li xwe digire.
3 prensîbên sereke yên firotina çekan
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê 3 prensîbên sereke yên Çînê yên ji bo firotina çekan wiha rêz kirin:
1. Yekem, bihêzkirina şiyana parastina rewa ya welatê ku çekan dikire.
2. Duyem, têknebirina aştî û ewlehiya herêmê û cîhanê.
3. Sêyem, destwernedana karên navxwe yên welatan.
Rola Çînê ya li Rojhilata Navîn
Jiang Bin tekez kir ku Çîn wekî dost û hevparê welatên Rojhilata Navîn, her tim xwedî helwesteke dadperwer bûye.
Wî her wiha got ku Pekîn amade ye ji bo vegerandina aramiyê ya ji bo herêmê di demeke herî kurt de bi civaka navneteweyî re bixebite.
Welatên Rojhilata Navîn di salên dawî de berê xwe dane kirîna teknolojiya bipêşketî ya leşkerî ya Çînê, bi taybetî balafirên bêpîlot (dron) û sîstemên çavdêriyê tên xwestin.
Rûdaw: Tê dîtin ku li cem welatên Rojhilata Navîn xwestekeke mezin a ji bo bidestxistina teknolojiya bipêşketî ya leşkerî ya Çînê çêbûye, bi taybetî di qada balafirên bêpîlot (dron) û sîstemên çavdêriyê yên peykên çêkirî de. Prensîbên sereke yên Çînê yên ji bo hevkariyên leşkerî û teknîkî yên bi Rojhilata Navîn û bi taybetî bi Îraqê re çi ne? Bersiva we ji bo wan îdiayan çi ye ku dibêjin ev hevkariyên leşkerî yên Çînê hevsengiya hêzê ya li herêmê diguherin?
Jiang Bin: Çîn û artêşa Îraqê xwedî pêwendiyeke dostane ya dîrokî ne û her du aliyan hevkariyeke berhemdar kiriye ku di nav de bihevguhertina karmendan û rahênanên di navbera akademiyên leşkerî de hene. Çîn her tim li hemberî hinartina çekan xwedî helwesteke hişyar û berpirsyar bûye û pêbendî sê prensîbên hinartina çekan bûye: Beşdarbûna di şiyanên parastina rewa ya welatê wergir de, têknebirina aştî, ewlehî û aramiyê ya li herêma pêwendîdar û cîhanê, û destwernedana karên navxwe yên welatê wergir. Çîn wekî dost û hevparê welatên Rojhilata Navîn her tim helwesteke dadperwer parastiye û bi awayekî çalak ji bo bipêşxistina aştiyê û rawestandina pevçûnan dixebite.
Em amade ne bi civaka navneteweyî re ji bo berdewamkirina hewlên bêrawestan bixebitin da ku aramî û ewlehî di demeke herî kurt de li Rojhilata Navîn vegere.


