Hewlêr (Rûdaw) - Rûsyayê navê damezirînerê sepana Telegramê Pavel Durov xist lîsteya reş a terorê.
Ev biryar piştî wê yekê hat ku Moskowê ragihandibû ew dixwaze Pavel Durov ji ber tohmeta ku rê daye îstixbarata Ukraynayê platforma wî bi kar bîne, bigire.
Pavel Durovê 41 saliyê ku bi eslê xwe ji Rûsyayê ye û welatiyê Fransa û Îmaratê ye, ev çend sal in li derveyî welatê xwe dijî.
Ji ber ku Moskow dixwaze kontrola xwe ya li ser înternetê tundtir bike ew berê jî gelek caran bi rayedarên welatê xwe re rûbirû mabû.
Telegram li Rûsyayê yek ji amûrên herî girîng ên pêwendiyê ye.
Rayedarên wî welatî gelek caran hewl daye ku Telegramê rawestînin an jî rê li ber serkeftinên wê bigirin.
Armanca wan ew bû ku Durov neçar bikin ku agahiyên bikarhêneran bide hikûmetê yan jî xelkê teşwîq bike ku sepanên hikûmetê bi kar bînin.
Fermana girtinê û lîsteya reş
Vê hefteyê Saziya Ewlehiya Federal a Rûsyayê (FSB) ji bo Durov fermana girtinê ya navneteweyî derxist lê hîn ne zelal e ka welatên din dê pêbendî vê fermanê bibin yan na.
Navê Durov îro di tomara elektronîk a Rûsyayê ya ji bo terorîst û tundrewan de derket ku ji aliyê Desteya Çavdêriya Darayî ya Rûsyayê ve tê birêvebirin.
Kesên ku navê wan di vê lîsteyê de hebe, êdî nikarin li nav Rûsyayê ti kar û barên darayî bikin.
Moskow gelek mixalifên xwe yên siyasî bi tohmeta piştgiriya terorê yan jî tundiyê dixe vê lîsteyê.
Tohmeta hevkariya bi Ukraynayê re
Saziya Ewlehiya Federal a Rûsyayê da zanîn ku Telegramê rê li ber çalakiyên cureyeke bota hevnasînê negirtiye ku îstixbarata Ukraynayê bi kar tîne.
Li gorî Moskowê, Ukrayna bi rêya wê botê ciwanên Rûsyayê dixapîne da ku kar û çalakiyên "terorîstî û têkder" bikin.
Heta niha Pavel Durov li ser van tohmetan ti daxuyanî nedane.



