Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê li ser bicihkirina balafirên Amerîkayê ya li Bulgaristanê rexneyên tund li hikûmeta Bulgaristanê girtin û gef xwarin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi hevtaya xwe ya Bulgaristanê Velislava Petrovayê re bi telefonê axivî.
Ebas Eraqçî rexne li Bulgaristanê girtin ku razî bûye Amerîka balafirên sotemeniyê li Baregeha Asmanî ya Bezmerê bi cih bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Ebas Eraqçî di pêwendiya telefonî de biryara Bulgaristanê şermezar kiriye.
Eraqçî ev biryar wekî "neqebûlkirî û berovajî pêwendiyên kûr û dostane yên her du welatan" bi nav kiriye.
Di beşeke daxuyaniyê de hatiye gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji hevtaya xwe ya Bulgaristanê xwestiye ku "bi lez" biryara razîbûna bicihkirina balafirên Amerîkayê yên li baregeha asmanî hilweşînin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî amaje bi madeya 3yemîn a biryarnameya 3314an a Neteweyên Yekbûyî kir û got:
"Terxankirina axa welatekî ji bo bikaranîna ji aliyê welatekî din ve bi mebesta êrişkirina li ser welatê sêyem wekî destdirêjî tê dîtin."
"Em di parastina asayîşa xwe de dudil nabin"
Ebas Eraqçî gef li Bulgaristanê xwarin û got:
"Tehran di parastina berjewendî û asayîşa xwe ya niştimanî de li hemberî destdirêjiyan dudil nabe.
Her aliyek bi her awayî beşdarî êrişa leşkerî ya li ser welatê me bibe, dê berpirsyarê encamên wê be."
Parlamentoya Bulgaristanê 22yê Tîrmehê bi piraniya dengan destûr da ku 8 balafirên sotemeniyê yên Amerîkayê bi awayekî demkî li Baregeha Leşkerî ya Bezmerê werin bicihkirin.



