Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Kabîneyê Minoru Kihara ragihand ku di erdheja bihêz a li parêzgeha Kumamotoyê ya li başûrrojavayê Japonyayê de hejmara miriyan derketiye 28an.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Kyodoyê, sêşemê li girava sereke ya Kyushuyê ya li başûrê Japonyayê erdhejeke bi hêza 7,1 pileyan çêbû.
Piştî erdhejê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li navendeke dan û standinê ya rûxiyayî û kargeheke kaxezan a zererdîtî dewam kir.
Xeta Kyushu Shinkansenê ya di navbera stasyonên Kumamoto û Kagoshima-chuoyê de hat rawestandin û rayedar hewl didin zererê tesbît bikin.
Şirketa ku xetê dixebitîne hêvî dike ku pêncşemê seferên trêna bilez ên di navbera Stasyona Chikugo-Funagoyayê ya li Parêzgeha Fukuokayê û Stasyona Kumamotoyê de ji nû ve dest pê bikin.
Hikûmeta parêzgeha Kumamotoyê ragihand ku heta pêncşemê serê sibehê zêdetirî 10 hezar kesan li navendên veguhastinê diman.
Piştî erdheja mezin li herêmê erdhejên paşekî jî berdewam kir.



