Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa hilberîner a otomobîlan a Almanyayê BMWyê ragihand ku ew dê ji bo kêmkirina lêçûnan û lawazbûna bazara Çînê nêzîkî 8 hezar kesan ji kar derxe.
Li gorî nûçeyên medyaya Almanyayê, di navbera birêvebiriya BMWyê û nûnerên karkeran de li ser bernameyeke "veqetîna bi daxwaz" peyman hatiye îmzekirin.
Bername dê kengî dest pê bike?
Ev bername dê Çiriya Pêşîn a 2026an dest pê bike û heta dawiya sala 2027an berdewam bike.
Bi vê biryarê re dê 8 hezar kes ji kar bên derxistin.
Kî dê ji kar werin derxistin?
Li seranserê cîhanê 150 hezar û li Almanyayê jî 84 hezar karmendên BMWyê hene.
Şirket dê pêşniyara veqetîna bi daxwaz bide 40 hezar karmendên ku rasterast di hilberînê de naxebitin.
Ev bername bêhtir karmendên beşên birêvebirin, lêkolîn û bipêşxistin, plankirin û beşên îdarî li xwe digire.
Sedemên vê biryarê çi ne?
BMWyê meha hezîranê ji ber kêmbûna daxwaza li bazara Çînê, pêşbîniyên xwe yên firotin û karê yên sala 2026an kêm kiribûn.
BMWyê diyar kir ku ji ber bacên gumrikê yên Amerîkayê, zêdebûna lêçûnan û fişara pêşbaziya cîhanî ew neçar in tedbîran wergirin.
Pereyê qerebûkirinê (tezmînat) yê ku dê bidin karmendan jî dê li gorî mûçe û serpêhatiya wan a kar were diyarkirin.



