Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew bi Îranê re di nav "dan û standinên kûr" de ne.
Trump her wiha hişyarî da, eger ev dan û standin têk biçin ew dê bi operasyoneke leşkerî ya berfireh vegerin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di ji Kanala 12ê ya Îsraîlê re axivî.
Trump diyar kir ku wî li ser daxwaza welatên navbeynkar biryar daye ku êrişên xwe yên li ser Îranê rawestîne û derfetekê bide dan û standinan.
Serokê Amerîkayê got, "Welatên navbeynkar ji min xwest ku ez operasyona leşkerî nekim, ez bawer im Îranî jî dixwazin bigihîjin peymanekê."
"Em demeke zêde nadin dan û standinan"
Donald Trump her wiha daxuyand ku ew demeke zêde nadin dan û standinan.
Wî diyar kir ku derfeta bidestxistina bipêşketinekê di dan û standinên bi Îranê re gelekî kurt e.
Trump da zanîn, eger dan û standin bi ser nekevin, ew ji bo gaveke leşkerî ya bihêz amade ye.
"Em ne di nav dan û standinan de ne"
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Îranê îro ragihand ku ew niha bi Amerîkayê re ne di nav ti dan û standinan de ne.
Ev daxuyanî tevî rawestandina êrişên demên dawiyê yên di navbera her du aliyan de hat dayîn.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di konferansa xwe ya rojnamegeriyê ya heftane de axivî.
Îsmaîl Beqayî got, "Dibe ku navbeynkar peyamên aliyê Amerîkayê yên derbarê bipêşketinê niha yên herêmê bigihînin me lê niha em bi Amerîkayê re ne mijûlî ti dan û standinê ne."
Beqayî her wiha destnîşan kir ku ew gotegotên dibêjin Îranê daxwaza dan û standinan kiriye "derew in û aliyê beramber carinan wan belav dike."
Aloziya Tengava Hurmizê
Destpêka vê mehê, piştî ku hewldanên dîplomatîk ji ber pirsgirêka Tengava Hurmizê bi ser neketin, aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de ji nû ve dest pê kirin.
Di navbera her du aliyan de 13 rojan êriş û bombebaran çêbûn. Ji berbanga roja şemiyê ve ev êriş hatine rawestandin.
Beqayî bi tundî rexne li Amerîkayê girtin û anî zimên:
"Reftarên Washingtonê yên di van salên dawiyê de dişibin reftarên çeteyeke mafyayê ku pêbendî ti qanûn û rêzikê nîne."
Heta ku ev cure reftarên Amerîkayê bidomin, em nikarin li bendê bin ku pêvajoyeke mentiqî çêbibe."
Tengava Hurmuzê dê "girtî" bimîne
Îranê diyar kir ku divê kontrola birêvebirina Tengava Hurmizê û wergirtina pereyên xizmetguzariyan di destê wê de bimîne.
Di çend rojên borî de, Supaya Pasdaran a Îranê rê li ber çend keştiyan girt.
Roja duşemê jî rê li ber 6 keştiyên ku hewl didan di derveyî wê korîdorê re derbas bibin ku Komara Îslamî diyar kiriye, hat girtin.
Beqayî tekez kir ku ti têkiliya Washingtonê bi guftûgoyên demên dawiyê yên di navbera Tehran û Umanê de nîne ku ev guftûgo li ser birêvebirina Tengava Hurmizê ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: "Ti têkiliya van dan û standinan bi Amerîkayê re nîne û ew di navbera Îran û Umanê de mijareke dualî ne û didomin."
Wî her wiha qala wê yekê kir ku ew korîdora avî dê "girtî bimîne".



