New York (Rûdaw) - Mike Waltz di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku pêwendiyên Washingtonê yên bi Kurdan re "wekî kevir xurt in".
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz diyar kir ku ew bi Hewlêr û Bexdayê re dixebitin da ku li hemberî êrişên Îranê parastî bin.
Her wiha wî civîna nûnerên Amerîkayê ya bi aliyê Îranî re jî piştrast kir.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya New Yorkê Namo Ebdula pirsek li ser dilgiraniyên Herêma Kurdistanê yên derbarê vekişîna hêzên Hevpeymanan û pergalên parastina asmanî de ji Mike Waltz kir.
Mike Waltz di bersiva xwe de got:
"Pêwendiya taybet a Amerîkayê ya bi Kurdan re xwedî dîrokeke kevn e û vedigere çend deh salên berê.
Ez wekî leşkerekî berê yê hêzên taybet ên Amerîkayê ku salên 90î bi Kurdan re bûm, dibêjim, pêwendiyên me û Kurdan wekî kevir xurt in."
"Divê kes dilgiran nebe"
Nûnerê Amerîkayê yê Neteweyên Yekbûyî tekezî li parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê kir û got:
"Divê kes dilgiran nebe.
Em dê bi her du aliyan re, hem bi Kurdan û hem jî bi Bexdayê re xebatê bidomînin.
Ev yek ji bo wê ye ku em piştrast bibin ku êrişên Îranê disekinin û hemû alî bi awayekî guncav tên parastin."
Dan û standinên bi Îranê re
Waltz li ser hewldanên dîplomatîk û daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê dan û standinên bi Tehranê re jî ji Rûdawê re axivî û anî ziman:
"Ez bi xwe rasterast beşdarî civînan nebûme lê nûnerên me bi Îraniyan re civiyane û em niha pêşniyaran gotûbêj dikin."
Waltz di beşeke din a axaftina xwe de behsa civîna xwe û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re kir.
Wî ev civîna ku li New Yorkê hat kirin wekî "civîneke bêhempa" bi nav kir û da zanîn:
"Li gorî demeke dirêj a berê, ez niha ji her demê zêdetir ji bo paşeroja Îraqê geşbîn im."
Pirsên Namo Ebdula û bersivên Mike Waltz:
Rûdaw: Spas, birêz Nûner, tu çawa yî?
Mike Waltz: Bêhempa ye. Dostên min, Kurd.
Rûdaw: Gelekî baş e, gelekî spas. Naxwe 2 pirs: Yek ji wan ev e, li gorî gotina Serok Trump, we bi Îraniyan re civînek kiriye. Tu dikarî li ser vê tiştekî ji me re bibêjî? Gelo bi başî bi rê ve diçin?
Mike Waltz: Baş e, min bi xwe civîn nekirine. Nûnerên me civîn kirine û em pêşniyaran gotûbêj dikin.
Rûdaw: Pirsa duyem jî ev e: Kurdistana Îraqê ji vekişîna hêzên Amerîkayê û sîstemên parastinê yên li welêt gelekî dilgiran e. Ew dibêjin, li hemberî êrişên dron û mûşekên Îranê vekirî hatine hiştin. Amerîka çi dike da ku piştrast bibe ku ew tên parastin?
Mike Waltz: Binêre, pêwendiya me ya taybet, pêwendiya taybet a Amerîkayê û ez vê yekê wekî Kumkeskekî (hêza taybet a Amerîkayê) dibêjim ku salên 90î bi Kurdan re bûm, ne wisa ye? Vedigere çend deh salên berê.
Pêwendiyên me û Kurdan wekî kevir xurt in. Divê kes dilgiran nebe û em dê bi her du aliyan re, Kurd û Bexdayê re xebatê bidomînin.
Ev yek ji bo piştrastbûna ji wê yekê ye ku êrişên Îranê disekinin û hemû alî bi awayekî guncav tên parastin.
Her wiha civîneke me ya bêhempa hebû, civîneke bêhempa bi Wezîr Rubio û Serokwezîr re.
Ez ji bo paşeroja Îraqê li gorî demeke dirêj a berê niha ji her demê zêdetir geşbîn im.
.webp&w=3840&q=75)

