Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê li New Yorkê li ser radestkirina Baregeha Başîq-Zêlkanê ya ji bo hikûmeta Îraqê li hev kir.
Her du aliyan di heman demê de li ser sepandina desthilata dewletê ya li Şingalê û bidawîanîna hebûna çekdarên biyanî jî li hev kir.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîriya Îraqê li ser hevdîtina Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li New Yorkê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser kûrkirina hevkariyên di warê ewlehiyê de li hev kiriye û pêwendiyên stratejîk ên di navbera her du welatan de ji hemû aliyan ve nirxandine.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Di vê çarçoveyê de li ser sepandina temamî ya desthilata dewleta Îraqê ya li Şingalê û bidawîanîna hebûna çekdarên biyanî yên qedexekirî li hev kirin."
Vekişîna Tirkiyeyê
Li ser gavên ewlehiyê û vekişîna hêzên Tirkiyeyê di daxuyaniya hevbeş de wiha hat gotin:
"Di çarçoveya wê bipêşketina ku Îraqê bi rêya gavên ewlehiyê bi dest xistiye, hêzên Tirkiyeyê dê Baregeha Başîq-Zêlkanê qonax bi qonax radestî hikûmeta federal a Îraqê bikin.
Ev yek jî dê li gorî wê mekanîzma û dema ku li serê li hev kiriye pêk were."
Projeya Rêya Bipêşketinê
Mijareke din a hevdîtina di navbera Zeydî û Erdogan de bi aborî û bazirganiyê ve girêdayî bû.
Li ser vê yekê her du aliyan li ser "berfirehkirina qebareya bazirganî û veberhênana dualî, bicihanîna bilez a wan peymanên ku hatine îmzekirin û bilezkirina projeyên stratejîk ên hevbeş, bi taybetî Projeya Rêya Bipêşketinê" li hev kir.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
