Hewlêr (Rûdaw) - Stephane Dujarric li ser şewata daristanên li Herêma Kurdistanê ya ku ji ber bombebarana Îranê derketiye ragihand ku divê rêz li serweriya axa hemû welatên herêmê were girtin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê NYyê Namo Ebdulah ên li ser şewata daristanan û aloziyên li herêmê bersivandin.
Namo Ebdullah di civîna çapemeniyê de ji Dujarric pirsî:
"Berpirsên navxwe yên li Herêma Kurdistanê dibêjin ku li herêmên çiyayî yên li ser sînorê Îranê nêzîkî 200 donim daristan şewitîne.
Ev yek piştî bombebarana Îranê ya li herêmê qewimî.
Gelo bersiva Sekreterê Giştî ji bo van êrişên dersînor ên li ser axa Îraqê heye?
Gelo NY dikare ji bo nirxandina zererên jîngehê tiştekî bike?"
Dujarric diyar kir ku ji bo tespîtkirina zereran divê bi Ofîsa NYyê ya li Îraqê re pêwendî were danîn û anî zimên:
"Wekî ku me doh jî anî ziman, Sekreterê Giştî dixwaze şer û pevçûn rawestin.
Divê rêz li serweriya axa hemû welatên li herêmê were girtin."
Dujarric bal kişand ser şerê Amerîka û Îranê û li pey çû:
"Ez bawer dikim me şeva 11an a tevgera leşkerî ya di navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê de li pey xwe hişt.
Vegera ser dîplomasiyê pêdivî ye; ev peyameke me ya eşkere ye û Sekreterê Giştî di hevdîtinên xwe yên taybet de jî tekeziyê li ser dike."


