Hewlêr (Rûdaw) - Bermahiyên balafira Pan American Airwaysê (Pan Am) ku li qeraxên Porto Rîkoyê ketibû xwarê, piştî 74 salan li binê okyanûsê hatin dîtin.
Di karesata sala 1952yan de piştî têkçûna motoran balafir ketibû okyanûsê û 52 miribûn.
Qanala Discovery Channelê roja sêşemê ragihand ku bermahiyên balafira bi navê "Pan Am Clipper Endeavor" meha hezîranê li binê Okyanûsa Atlantîkê hatine dîtin.
Cihê balafirê ji aliyê tîma bernameya "Expedition Unknown" a wê kanalê, Saziya Mîrasa Asmanî/Deryayî (Air/Sea Heritage Foundation) û çend komên din ve hat tespîtkirin.
Çîroka karesata 1952yan
Balafira ji cureyê Douglas DC-4 ku wekî geşta Pan Am 526A dihat naskirin, 11ê Nîsana 1952yan ji Porto Rîkoyê ber bi Balafirgeha Idlewildê ve (ku niha wekî JFK tê naskirin) ya li bajarê New Yorkê firiyabû.
Di nav balafirê de 64 rêwî û 5 endamên tîmê hebûn.
Balafir piştî rabûnê di demeke kurt de ket okyanusê, bû du perçe û li binê okyanûsê ma.
Di dema ketinê de hemû kesên di nav balafirê de sax man lê pişt re 52 rêwî di deryayê de xeniqîn.
Tenê 12 rêwî û her 5 endamên tîmê hatin rizgarkirin.

Karesatê pîşesaziya hewavaniyê guherand
Vê karesatê rê li ber reformên mezin ên di sektora hewavaniyê de vekir.
Piştî vê bûyerê, agahdarkirina ewlehiyê ya berî firînê û nîşandana rêkarên rewşa lezgîn hatin ferzkirin.
Serokê Saziya Mîrasa Asmanî/Deryayî Russ Matthews li ser dîtina balafirê got:
"Peydakirina vê balafirê em hemû şaşwaz û kêfxweş kirin lê di heman demê de ji bo bibîranîna tiştên ku beriya salên dirêj li wir qewimîne, em tije xem bûn."
Di xebatên lêgerînê de şirketa Deep Sea Visionê jî cih girt.
Di lêgerînê de sonarên bi kalîteya bilind û dronên xweser ên binê avê hatin bikaranîn.
Bermahiyên balafirê nêzîkî 600 metreyan (2000 fît) di binê Okyanûsa Atlantîkê de hatin dîtin.

Piştî rabûna balafirê yek ji motorên li ser baskê rastê xera bû û pîlotan biryar da ku vegerin Balafirgeha San Juanê.
Dema ku wan bilindahiya xwe derxist 170 metreyan (550 fît), motora din a li ser baskê rastê jî rawestiya.
Kaptanê balafirê yê bi ezmûn John C. Burns rewşa lezgîn ragihand û ji birca kontrolê re got ku ew dê hewl bide balafirê li ser avê deyne.
Balafira bi navê Clipper Endeavor piştî 9 xulekan ji rabûnê ket nava Okyanûsa Atlantîkê.
Balafir bû du perçe û bermahiyên wê di kêmtirî 3 xulekan de noqî binê avê bûn.
Kesên ku sax filitîbûn pişt re ragihand ku gelek rêwî ji ber tirsa deryaya pêldar û semasiyan tirsiyane û nexwestine ji balafira ku noqî avê dibû derkevin û siwarî qeyikên rizgarkirinê bibin.
Di encama lêpirsîn û pêvajoyên darizandinê yên piştre de hat tespîtkirin ku sedema ketina balafirê lênêrîna kêm û perçeyên xirab ên balafirê bûn.



