Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê ragihand ku ew êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyeke xwe ya ji bo Rûdawê de ji ber destpêkirina şerê Amerîka û Îranê dilgiraniya xwe ya kûr anî zimên.
Yekîtiya Ewropayê êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê, Urdin û welatên Kendavê bi tundî şermezar kirin.
Berdevkekî Yekîtiya Ewropayê îro, li ser aloziyên dawî yên Rojhilata Navîn pirsên Edîtorê Maseya Nûçeyên Derve ya Rûdawê Usame Mihemed bersivandin.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê got, "Yekîtiya Ewropayê wan êrişên Îranê yên li li Kendavê, Herêma Kurdistana Îraqê û Urdinê bi tundî şermezar dike.
Her wiha em wan gavên Îranê şermezar dikin ku bûne sedema têkdana azadiya çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê."
"Aramiya Îraqê gelekî girîng e"
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê li ser serweriya Îraqê û aramiya herêmê jî axivî.
Wî destnîşan kir ku aramiya Îraqê ji bo herêmê gelekî girîng e û got:
"Ji destpêka şer ve axa Îraqê û bi taybetî jî Herêma Kurdistanê, ji aliyê hemû aliyan ve wekî qada êriş û bersivdanê hatiye bikaranîn. Vê yekê wisa kiriye ku rewş gelekî hestiyar û nearam be."
Yekîtiyê piştgiriya xwe ya temam ji bo gelê Îraqê û hemû niştecihên herêmê nîşan da ku di bin gefa berdewam a şer û aloziyan de ne.
Banga destpêkirina dan û standinan
Li aliyê din, Yekîtiya Ewropayê ji bo ku rewş aram bibe û aştiyeke mayînde pêk were xwest ku şer demildest raweste û dan û standin dest pê bikin.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê di vê çarçoveyê de got:
"Me ji serkirdayetiya Îraqê xwestiye ku peyama xweparastin û aramiyê bigihînin Tehranê. Her wiha me xwestiye azadiya çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê were parastin."
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê her wiha tekezî li ser xweparastin û aramiyê kir û xwest ku hemû aliyên li herêmê pêbendî Biryarnameya 2817an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bin.
Her wiha bangî wan kir ku xwe ji her karekî ku rê li ber çareseriya aştiyane digire dûr bigirin.
Naveroka pirs û bersivan:
Rûdaw: Nirxandina Yekîtiya Ewropayê ya li ser êrişên dawî çi ye?
Yekîtiya Ewropayê: Yekîtiya Ewropayê ji ber destpêkirina şer û pevçûnên Amerîka û Îranê û ji ber zererên canî yên ku rû didin xemgîn e. Yekîtiya Ewropayê bi taybetî ji zêdebûna aloziyên berdewam dilgiran e.
Em wan êrişên Îranê şermezar dikin ku birine ser welatên cîran ên li seranserê Kendavê, Herêma Kurdistana Îraqê û Urdinê. Her wiha em wan kiryarên Îranê jî şermezar dikin ku azadiya çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê têk didin.
Rûdaw: Gelo Yekîtiya Ewropayê van êrişan wekî gefeke li ser serweriya Îraqê û aramiya herêmê dibîne?
Yekîtiya Ewropayê: Aramiya Îraqê ji bo Yekîtiya Ewropayê û herêmê bi giştî gelekî girîng e. Ji destpêka şer ve, axa Îraqê ji bo êrişan û bersivdayîna êrişan ji aliyê hemû aliyan ve hatiye bikaranîn. Ev yek bi taybetî jî li Herêma Kurdistana Îraqê wisa ye.
Rewş gelekî hestiyar û nearam e. Em piştgiriya xwe ya temam ji bo Îraqê, gelê wê û tevahiya herêmê nîşan didin ku ew di bin gefên berdewam û aloziyan de dijîn.
Rûdaw: Gelo Yekîtiya Ewropayê li hemberî van aloziyan bi Hikûmeta Îraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yan jî hevpeymanên xwe yên li herêmê re di nav pêwendiyê de ye?
Yekîtiya Ewropayê: Yekîtiya Ewropayê bi berdewamî dixwaze şer demildest were rawestandin û dan û standin dest pê bikin da ku rewş aram bibe û aştiyeke mayînde pêk were. Wekî hevpeymanekî sereke yê herêmî ji bo Yekîtiya Ewropayê, em rola avaker a Îraqê ya ji bo vegerandina aramiya herêmê teşwîq dikin.
Em dixwazin ku ev rol li ser bingeha rêzgirtina li qanûnên navneteweyî, pêwendiya baş a cîrantiyê û bipêşketina aboriyê be. Me ji serkirdayetiya Îraqê xwestiye ku peyama xweparastin û aramiyê bigihînin Tehranê. Her wiha me xwestiye ku azadiya çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê were parastin.
Rûdaw: Gelo Yekîtiya Ewropayê ji bo rêlibergirtina êrişên zêdetir û kêmkirina aloziyan pêşbîniya hewlên dîplomatîk ên zêdetir dike?
Yekîtiya Ewropayê: Em bi berdewamî daxwaza aramî û xweparastinê ji hemû aliyan dikin. Her wiha em daxwaza hewlên dîplomatîk ên nû dikin. Gelekî girîng e ku hemû aliyên li herêmê Biryarnameya 2817an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih bînin. Divê ew xwe ji wan karên ku rê li ber çareseriya aştiyane digirin dûr bixin. Tenê dîplomasî dikare çareseriyeke mayînde ji bo hemû pirsgirêkan pêk bîne.



