Pekîn (Rûdaw) - Robotên ku berê tenê di xeyalên zanistî de dihatin dîtin, êdî li Çînê dibin beşek ji jiyana rojane.
Ew li kolanan, li dermanxane û dikanan derdikevin holê. Şirket hewl didin otomasyonê ji kargehan derxînin û bixin nav jiyana rojane.
Robot belavkirina dermanan rasttir dikin û radestkirina pakêtan leztir dikin.
Bi vî awayî ew şêweyê kirîn, karkirin û têkiliya mirovan a bi teknolojiyê re ji nû ve dîzayn dikin.
Dermanxane 24 demjimêran vekirî ne
Pergalên otomatîk di dermanxaneyan de xeletiyên mirovan kêm dikin.
Her wiha ev pergal 24 demjimêran dixebitin.
Birêvebirê dermanxaneyekê Wang Bing diyar kir ku teknolojiyê şûna hinek karmendan girtiye.
Wî da zanîn ku bi saya vê yekê kalîteya kar gelekî zêde bûye.
Wang ji Rûdawê re axivî û got, "Dîkana me 24 demjimêran vekirî ye û robotan şûna 2 karmendan girtiye. Me di 8 mehên borî de lez û rastiyeke ecêb dît.
Niha rêjeya rastiya me ji sedî 99,99 e û di paşerojê de em dê bigihîjin ji sedî 100î. Armanca me ew e ku robot bi xwe refên kel û pelan tijî bikin."
Ji bo kuryeyan radestkirina bilez
Ji bo karkerên radestkirinê, robot dibin amûrek da ku wextê wan xilas bibe û leza wan zêde bibe.
Kurye Zhao Lei diyar kir ku makîne dikarin karan ji mirovan leztir temam bikin û got:
"Ev robot ji mirovan leztir û baştir e. Tu tenê kodê dinivîsî û ew tiştê te dide te.
Pêwîstî bi dema bendewariyê an jî pakêtkirinê nake. Ew rasterast kel û pelên te ji te re amade dike."
Şirket li bazaran belav dikin
Şirketên teknolojiyê niha pergalên robotîk li malan, dikanan û depoyan berfireh dikin.
Birêvebira Markayê ya Galaxy General Overseas Marketê Yuan Yidanê da zanîn ku pergala wan a Galbot G1ê niha li seranserê Çînê bi awayekî berfireh tê bikaranîn û wiha pê de çû:
"Galbot G1 niha li seranserê Çînê li zêdetirî 30 bajaran di nêzîkî 200 dikanên Galbotê de dixebite.
Her wiha ew li kargeh û depoyan qutiyên materyalan û kel û pelan vediguhêze."
Gelo dê şûna mirovan bigirin?
Tevî dilgiraniyan ku dê robot şûna karkerên mirov bigirin, pispor dibêjin têkiliya mirovan hîn jî gelekî biqîmet e.
Nûnerê şirketeke teknolojiyê Li Zhuo Yang diyar kir ku dê otomasyon her ku biçe mezin bibe.
Lê belê wî da zanîn ku robot nikarin bi temamî şûna têkiliya mirovan bigirin û wiha domand:
"Di paşerojê de ev yek dê bibe meyla sereke û dê şûna keda destan bigire. Ev dê mirovan ji karên ducare rizgar bike."
Lê belê divê em eşkere bikin ku karkirina bi mirovên din re hîn jî zêdetir aramiyê dide mirovan."


