Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku Îran dixwaze kontrola Tengava Hurmizê bixe destê xwe û vê yekê li hemberî cîhanê wekî "karta fişarê" bi kar bîne.
Rubio destnîşan kir, eger birêvebiriya Tehranê êrişên xwe yên li ser keştiyên bazirganiyê yên navneteweyî bidomîne, ew dê operasyonên leşkerî bidomînin.
Marco Rubio berî ku ji bo beşdarbûna Lûtkeya Yekitiya Neteweyan a Asyaya Başûrrojhilat (ASEAN) ber bi Fîlîpînê ve bi rê bikeve, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Rubio anî zimên ku armanca yekane ya êrişên li ser Îranê, lêdana wan hêzên leşkerî ye ku di êrişên li ser keştiyên bazirganî de tên bikaranîn.
Wî her wiha bangî welatên din kir ku ji bo parastina bazirganiya deryayî ya cîhanî piştgiriyê bidin.
"Karta fişarê ya Îranê"
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê wiha peyivî:
"Bi baweriya min, êdî cîhan pê dihese ku Îran, an jî hinek aliyên li Îranê, dixwazin Tengava Hurmizê kontrol bikin û vê wekî karta fişarê li hemberî cîhanê bi kar bînin."
Rubio eşkere kir ku eger Îran êrişên xwe yên li ser keştiyan bidomîne, ew dê bersiva pêwîst bidin.
Rubio diyar kir ku Amerîka li pey çareseriyeke dîplomatîk e lê ji bo vê yekê divê Îran helwesta xwe biguhere.
Amadehiyên serdana Şi Cinping
Marco Rubio her wiha li ser têkiliyên bi Çînê re agahî parve kirin û ragihand ku amadehiyên ji bo serdana Serokê Çînê Şi Cinping a Amerîkayê didomin.
Divê were gotin ku ji bo vê serdanê meha îlonê hatiye plankirin.
Rubio destnîşan kir ku di navbera Amerîka û Çînê de hinek nakokî hene lê wekî du hêzên mezin girîng e ku pêwendî neyên birîn û di dawiya axaftina xwe de got:
"Berpirsiyariya me li hemberî hev, li hemberî gelên me û li hemberî cîhanê heye ku em axaftinên xwe bidomînin."



