Hewlêr (Rûdaw) - Piştî civîna li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî, Donald Trump û Zeydî konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş li dar xist.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di bersiva pirsa Rûdawê de got, "Ez bawer dikim ku welatên li Rojhilata Navîn, hûn bawer bikin yan nekin, ji her demê yekgirtîtir in."
Di konferansa rojnamegeriyê de, Berpirsê Ofîsa Washingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê Diyar Kurde amade bû.
Diyar Kurde ji Trump pirsî: "Serokwezîr Zeydî ji bo ku milîs ji aliyê hikûmetê ve werin kontrolkirin dest bi gavekê kiriye, hûn çawa dikarin ji bo gihîştina bi vê armancê alîkar bin? Pirsa min a duyem jî ev e; hûn pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê çawa dibînin?"
Lê belê Donald Trump bersiva xwe bir aliyekî din û got:
"Ez bawer dikim ku hemû tişt dê baş bibin.
Ez bawer dikim ku welatên li Rojhilata Navîn, hûn bawer bikin yan nekin, ji her demê yekgirtîtir in."
Trump: Îran êdî ne bela ye
Serokê Amerîkayê axaftina xwe bir ser mijara Îranê û anî ziman:
"Îran êdî ne belaya Rojhilata Navîn e. Îran axayê Rojhilata Navîn bû.
Wan li hemberî Îraqê û hemû welatan axatî dikir.
Ew bûbûn gef û sedema tirsê li ser hemû Rojhilata Navîn.
Wan metirsî çêkiribû lê êdî ew tirs nemaye, çimkî şiyana wan a leşkerî hatiye jinavbirin."
"52 hezar xwenîşander kuştin"
Serokê Amerîkayê Donald Trump li pey çû:
"Ez bawer dikim ku ev tirs nemaye. Ez bawer dikim ku li gorî her demekê yê dîrokê yekgirtîtir e.
Nabe ku welatekî wekî Îranê hebe û bixwaze hêza xwe bi ser herêmê de bisepîne.
Wan 52 hezar xwenîşander kuştin, kes naxwaze behsa vê bike, ez jî naxwazim behsa wê bikim.
Ez bawer dikim ku hemû welatên wê herêmê niha nêzîkî hev in."
Donald Trump berê xwe da Elî Zeydî û di berdewamiya bersiva xwe ya Rûdawê de got:
"Ez bawer dikim ku ew (Zeydî) dê bibe serkirdeyekî mezin.
Ew dê bibe serkirdeyekî mezin ê Rojhilata Navîn."


