Hewlêr (Rûdaw) - Endama Desteya Birêvebir a Federasyona Zimanê Kurdî ya Almanyayê Gulistan Awaz ji Rûdawê re axivî û got, “Divê Kurdên li diyasporayê girîngiyê bidin perwerdeya bi Kurdî.”
Gulistan Awazê li ser rewşa perwerdeya Kurdî ya li diyasporayê û konferansa ku li bajarê Dusseldorfê hat kirin agahî dan.
Gulistan Awazê bal kişand ser girîngiya zimanê dayîkê û bangî malbatan kir ku zarokên xwe ji hînbûna zimanê Kurdî bê par nehêlin.
Girîngiya malbatê di parastina ziman de
Gulistanê eşkere kir ku parastina ziman li malê dest pê dike û got:
“Heke dayîk û bav di malê de bi Kurdî neaxivin û dê hezkirinê nexin dil û mêjiyê zarokên xwe, ew ziman winda dibe. Ev di asta yekem de peywira malbatê ye.”
Wê her wiha destnîşan kir ku li diyasporayê hişyariyeke li ber çavan heye lê hîn negihîştiye wê asta ku ew dixwazin.
Mafên fermî yên li Almanyayê û eyaleta Bremenê
Gulistan Awazê li ser mafên perwerdeya bi Kurdî ya li Almanyayê diyar kir ku li hinek eyaletan ev maf bi awayekî fermî heye.
Wê mînaka eyaleta Bremenê da û anî zimên:
“Ji salên 1992-1993yan ve li eyaleta Bremenê zimanê Kurdî di dibistanên fermî de tê hînkirin. Ev mafekî fermî ye û divê malbat jê neyên tirsandin.”
Gulistan Awazê şert û mercên vekirina polên Kurdî jî bi vî awayî rave kirin:
“Heke li dibistanekê 10-12 xwendekar hebin ku dixwazin fêrî Kurdî bibin, dibistan neçar e ku mamosteyekî ji bo wan peyda bike.”
Kêmasiya mamosteyên akademîk
Endama Desteya Birêvebir a Federasyona Zimanê Kurdî bal kişand ser kêmasiya mamosteyan.
Wê destnîşan kir ku ji ber zêdebûna hejmara zarokên Kurd, hewcedariya wan a bi mamosteyên akademîk bêhtir bûye.
Wê daxuyand ku niha li eyaleta Bremenê 4 mamoste bi awayekî fermî dixebitin lê ev têra hewcedariyan nakin.
Gulistan Awazê li ser mercên mamostetiyê jî got:
“Divê kesên dixwazin bibin mamoste, li zanîngehan beşên zimanê Kurdî qedandibin û her wiha zimanekî din jî li rex zimanê Kurdî zanibin da ku karibin bi awayekî fermî li dibistanan dersê bidin.”
Zimanê dayîkê bingeha hînbûnê ye
Gulistanê got ku hînbûna zimanê dayîkê li ber hînbûna zimanên din nabe asteng, berevajî wê bingeha hînbûnê xurt dike û li pey çû:
“Zimannas û profesor jî dibêjin ku heke mirovek zimanê xwe yê dayîkê baş zanibe û karibe pê bixwîne û binivîse, ew dê karibe gelek zimanên din jî bi hêsanî hîn bibe.”
Gulistan Awazê di dawiyê de bangî malbatên Kurd kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin û zarokên xwe ji bo kurs û dersên Kurdî tomar bikin.
Wê her wiha da zanîn ku li Ewropayê gelek kursên serhêl û komeleyên Kurdan jî ji bo hînkirina ziman bi awayekî xwebexş dixebitin.
.jpg&w=3840&q=75)

.webp&w=3840&q=75)