Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarekî Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) li ser îdiayên vekişandina pergalên parastina asmanî yên Patriotê yên li Hewlêrê axivî.
Rayedarê Amerîkî diyar kir ku Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) bi awayekî rûtîn hêzên xwe yên li herêmê ji nû ve bi cih dike.
Wî destnîşan kir ku ji ber sedemên ewlehiyê ew hûrgiliyên van tevgerên leşkerî parve nakin.
Pentagonê bersiv da Diyar Kurde
Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde, li ser hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê û rewşa pergalên Patriotê pirsek ji Pentagonê kir.
Rayedarekî parastinê yê Amerîkayî pirsa Diyar Kurde bersivand.
Pirsa ku Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde ji Pentagonê kiribû bi vî rengî bû:
"Hinek rapor nîşan didin ku Amerîkayê bataryayên pergala parastina asmanî ya Patriotê ji Hewlêrê vekişandine û di heman demê de ew di qonaxa vekişandina hemû hêzên xwe yên din ên li Herêma Kurdistana Îraqê de ye.
Gelo Pentagon dikare van raporan piştrast bike an bidirewîne? Eger bicihkirineke nû hebe, dema vê yekê çawa ye û dê rewşa paşerojê ya hebûna leşkerî ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê çawa be?"
"Ji ber ewlehiya operasyonel em hûrgiliyan nadin"
Rayedarekî parastinê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin bersiv da van îdiayan.
Wî rayedarî ji Rûdawê re hinek agahiyên paşxaneyê dan û ev tişt anîn zimên:
"Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) ji bo piştgirîkirina erkên diyarkirî, bi awayekî periyodîk hêzên Amerîkayê diguherîne û ji nû ve bi cih dike.
Lê belê, ji ber sedemên ewlehiya operasyonel em li ser van tevgeran ti gotûbêjan nakin."
Wî rayedarê li ser pirsa, “Gelo ti balafir li Hewlêrê hebû ji bo ku di dema êrişa bi mûşekan a Îranê de mûşekan bixe xwarê? Gelo ev balafir mane yan dê bimînin?” wiha got:
"Em daxwazê ji we dikin ku hûn li daxuyaniyên me yên pêşerojê binêrin. Di vê demê de tiştekî din nîne ku em lê zêde bikin."
Vekişîna ji Balafirgeha Hewlêrê
Ev bersiva Pentagonê ya ji bo Rûdawê di demekê de ye ku malpera Al Monitorê doh belav kiribû ku artêşa Amerîkayê dest bi vekişandina wan hêzên xwe kiriye ku li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê hatibûn bicihkirin.
Li gorî nûçeyê, çavkaniyên agahdar ragihand ku pergalên parastina asmanî yên Patriotê ku ji bo têkbirina mûşek û dronan tên bikaranîn li baregeha leşkerî ya Amerîkayê nehatine hiştin.
Wan her wiha diyar kir ku pêvajoya vekişîna leşkeran ji hefteya borî ve dest pê kiriye û hîn didome.
Hat zanîn ku piraniya hêzên Amerîkayê û amûrên wan ên leşkerî yên giran hatine derxistin.
Al Monitorê nivîsiye, "Hemû" Patriot ji bo cihekî din hatine veguhastin lê hinek pergalên din ên parastinê hîn li cihê xwe mane.”
Peymana bi Bexdayê re
Berpirsên herêmê vê vekişînê wekî "gaveke asayî" bi nav dikin.
Ew dibêjin ku ev di çarçoveya wê peymanê de ye ku bi Bexdayê re hatiye kirin ji bo vekişîna bi temamî ya hêzên Amerîkayê ji Îraqê heta 30ê Îlona îsal.
Lê belê vekişîna van hêzan, bi taybetî jî pergala Patriotê, di demekê de ye ku êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Her çi qasî ev pergalên parastinê ji bo parastina hêzên Amerîkayê hatibûn bicihkirin jî Herêma Kurdistanê sûdeke mezin ji vê sîwana ewlehiyê dît.
Ji dema ku şerê Îranê dest pê kiriye, Balafirgeha Hewlêrê tim rastî êrişên Îranê û komên çekdar hatiye.
Çavkaniyan ji Al Monitorê re gotiye, pergalên parastinê yên Amerîkayê karîne herî kêm ji sedî 95ê wan êrişan têk bibin.



