Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsên Almanyayê li ser wan alozî û tevlîheviyên ku di xwenîşandaneke Kurdan a li bajarê Dortmundê de rû dabûn, dest bi lêkolînan kir û lîsteya navên çend tometbaran amade kir.
Serê salê ji ber xwenîşandanên piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dortmundê yê Almanyayê di navbera alîgirên aliyên Kurdan û alîgirên Ereb ên hikûmeta Sûriyeyê de alozî derket.
Ji ber wê aloziyê 7 polîs birîndar bûn û zerer gihîşt çend xwaringehên Sûriyeyiyan.
Polîsên wî bajarî jî ragihand ku ew lêkolînên xwe didomînin û ji bo 30 kesan dosyeya lêkolînê vekiriye.
Luana Şêxmûsa ku yek ji beşdarên xwenîşandanê bû ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Me dixwest ku ev tişt rû nedin, bi taybetî li bajarê Dortmundê.
Girîng e ku mirov her tim daxwaza aştiyê bike û tundî ji aliyê kîjan aliyî ve be bila bibe, were redkirin."
Luana Şêxmûsê her wiha destnîşan kir:
"Medyaya Almanyayê û medyaya civakî gelekî qala vê mijarê kir lê rastî ew e ku piraniya Kurdan bi awayekî aştiyane derketibûn kolanan û tenê çend rewşên takekesî bûne sedema derketina pirsgirêkê."
'Dixwazin wêneyê Kurdan xirab bikin'
Çalakvanekî din ê Kurd Alan Şêxmûsê ku di dema bûyerê de li wir amade bûye da zanîn:
"Hinek alî dixwazin tevlîheviyê derxînin ku wêneyê Kurdan bi giştî li bajarê Dortmundê û li cem hikûmeta Almanyayê xirab bikin.
Em wekî gelê Kurd bi Newroz û merasîmên xwe têne naskirin ku em her tim bi awayekî aştiyane derdikevin.
Polîs jî dizane ku xwenîşandanên me her tim aştiyane bûne û pirsgirêk tê de nînin."
Dozgeriya Giştî ya bajarê Dortmundê û polîsên bajêr ragihand ku ew ne amade ne li ser lêkolînan agahiyan bidin.
Di heman demê de xwenîşanderên aştîxwaz ên wekî Luana û Alan hêvîdar in ku peyama wan bigihîje û êdî alozî û tundî ducare nebin.


