Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Almanyayê li ser vekişîna artêşa welatê xwe ya ji Herêma Kurdistanê agahî dan Rûdawê û got, “Em dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin.”
Wezareta Parastinê ya Almanyayê biryar da ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê li ser mijarê ji Rûdawê re got:
“Li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê, erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bi dawî dibe.
Ev biryar li ser bingehê lawazbûna DAIŞê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî li ser bihêzbûna hêzên ewlehiyê yên Îraqê hatiye dayîn da ku karibin bi serê xwe şerê bermayiyên DAIŞê bikin.
Di mehên borî de li gel hevparên me yên di Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de gotûbêjên hûr û kûr çêbûn.
Bijardeyên cuda yên ji bo berdewamiya beşdariya me ya Îi Iraqê hatin nirxandin. Piştî şêwirên hûr, biryar hat dayîn ku beşdariya leşkerî were guncandin."
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Almanyayê da zanîn ku perwerdekirin û bihêzkirina Pêşmergeyan a ji aliyê Almanyayê ve dê bidome û got:
"Almanya dê piştgiriya bihêzkirina şiyanên Pêşmergeyan bi awayekî armancdar bidomîne.
Her wiha piştgiriya madî di çarçoveya destpêşxeriya hikûmeta federal a Almanyayê û hevahengiya di projeya perwerdeya leşkerî de jî didome.
Şêwirmendiya leşkerî jî bê guman dê bidome. Em dê bidawîhatina erkê li gel hevparên xwe koordîne bikin."
Civîna Hikûmet û Parlamentoya Almanyayê
Niha Wezareta Parastinê ya Almanyayê biryar daye ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê bikişîne.
Ji bo vê yekê jî di van du rojan de Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a welatê xwe agahdar kir.
Ji ber vê yekê Partiya Keskan a Almanyayê ji hikûmetê xwest ku li ser vê biryarê zelalkirinê bide.
Wan xwest berî ku bêhnvedana havînê ya parlamentoyê 13ê Tîrmeha 2026an de dest pê bike, ji bo parastina Herêma Kurdistanê siyaseteke zelal were nîşandan.
Li ser vê bingehê îro Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a Almanyayê li ser vê biryarê bi hikûmetê re civiya.
Wezareta Parastinê ya Almanyayê di civîna îro de ji komîteyê re got ku ew dê Hêzên Pêşmergeyan bi tenê nehêlin û da zanîn:
"Em dê hşnek şêwirmend û leşkerên xwe bibin nav konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê û bi vî awayî em dê piştgiriya Kurdan bidomînin."
Şerê Îranê û biryara vekişînê
Almanyayê piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê (28ê Sibatê) gav bi gav hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişandin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, niha nêzîkî 30 leşker û şêwirmendên leşkerî li Hewlêrê mane.



