Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Almanyayê yê ji Partiya Keskan Qasim Taher Salih ji Rûdawê re ragihand ku vekişîna hêzên leşkerî yên Almanyayê ya ji Herêma Kurdistanê ji bo ewlehiya tevahiya Rojhilata Navîn biryareke "karesatbar e."
Qasim Taher Salih diyar kir ku ev biryar keda gelek salan tune dike.
Li gorî Salih, biryara Berlînê bi vekişîna hêzên Amerîkayê ve girêdayî ye çimkî Almanya di wê baweriyê de ye ku ew nikare bêyî Amerîkayê ewlehiya hêzên xwe ya li herêmê dabîn bike.
Siyasetmedarê Kurd ê Partiya Keskan ê ku ji sala 2021ê ve endamê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) ye, îrı ji Rûdawê re ragihand ku biryara vekişîna hêzên Almanyayê ya ji Herêma Kurdistanê hatiye pesendkirin.
Civîneke awarte hat lidarxistin
Qasim Taher Salih her wiha da zanîn ku li ser daxwaza Partiya Keskan (Die Grünen) û Partiya Çep (Die Linke) "civîneke awarte" li dijî biryara Komîteya Parastinê ya Almanyayê hatiye lidarxistin lê tevî hewldanan jî biryara koalîsyonê careke din hatiye pesendkirin.
Parlamenterê Kurd bal kişand ser encamên nemana hêzên Almanyayê ya li Kurdistanê û got:
"Ji bo Partiya Keskan, vekişîna artêşê (Bundeswehr) ya ji Herêma Kurdistanê ji bo rewşa ewlehiyê ya tevahiya herêmê biryareke karesatbar e. Bi taybetî jî di demekê de ku şerê Îranê didome.
Her wiha ev biryar ji bo Kurdan û kêmneteweyên wekî Êzidiyan jî xirab e. Bi vekişîna artêşê re, keda salên dawî jî li ber avê diçe."
Wî siyasetmedarê Kurd her wiha eşkere kir ku Hikûmeta Almanyayê dê 15ê Tebaxê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re jî bicive.
Şêwirmend dê bimînin
Berdevkeke Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji govara Der Spiegelê re ragihand ku Almanya dixwaze hebûna xwe ya leşkerî li Kurdistanê kêm bike lê dê perwerdekirina Hêzên Pêşmergeyan bi awayekî bingehîn bidome.
Li gorî agahiyên wezaretê, ji bo vê armancê dê tîmeke şêwirmendên leşkerî li Balyozxaneya Almanyayê ya li Îraqê bimîne.
Dîroka erkê leşkerî
Hêzên leşkerî yên Almanyayê ji sala 2015an ve wekî beşeke Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê (Koalîsyon) li Hewlêrê bûn.
Parlamentoya Federal Kanûna Paşîn a 2026an biryara dirêjkirina erkê wan dabû lê 10ê Tîrmehê ji ber şerê yê di navbera Îran û Amerîkayê de biryara vekişînê hat dayîn.
Qasim Taher Salih kî ye?
Qasim Taher Salih bi eslê xwe xelkê bajarê Zaxoyê yê Başûrê Kurdistanê ye.
Ew xwedî bawernameya masterê ya Endezyariya Şaristaniyê ye. Ew sala 2021ê di 28 saliya xwe de wekî parlamenterê Partiya Keskan derbasî Parlamentoya Almanyayê bû.



.webp&w=3840&q=75)