Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya Amerîkayê eşkere kir ku îstixbarata Îsraîlê li ser planeke "nû û taybet" a Îranê ya kuştina Serokê Amerîkayê Donald Trump agahiyên hestyar dane Washingtonê.
Vê yekê wiha kir ku Dezgeha Parastina Serok a Amerîkayê rêkarên tund ên ewlehiyê wergire.
Tora nûçeyan a CNNyê ji zarê çend çavkaniyên agahdar ragihand, her çend Washingtonê bi berdewamî çavdêriya gefên Îranê kiribe jî, hişyariya vê carê ya Îsraîlê "nû bûye û pêwendiya wê bi planeke diyarkirî re hebûye."
Her wiha rojnameya Wall Street Journalê jî amaje pê kir ku agahê qala planeke "nû" dikin.
Koşka Spî heta niha bi awayekî fermî li ser van raporan ti daxuyanî nedane.
Lê belê Donald Trump dema ku ji Lûtkeya NATOyê vedigeriya, di nav balafira Air Force Oneyê de ji rojnamegeran re got:
"Ew dixwazin Serokê Amerîkayê bikujin ku ew ez im.
Ez di nav hemû lîsteyên wan de me.
Vê sibehê min dît ku navê min di nav hemû lîsteyên wan de heye."
Guherandina balafirê û tedbîrên ewlehiyê
Belavbûna van agahiyên îstixbaratî, perdeyê ji ser sira guherandina balafira Trump a di dema vegera ji Lûtkeya NATOyê radike.
Trump di dema çûyînê de balafira nû ya ku Qeterê diyarî wî kiribû bi kar anîbû.
Lê belê di dema vegerê de balafira nû şand Brîtanyayê û bi xwe bi balafira kevn a Air Force Oneyê vegeriya Washingtonê.
Rojnameya New York Timesê ragihand, ev guherandin li ser xwesteka Dezgeha Parastina Serok wekî "rêkareke xweparastinê ya ewlehiyê" hatiye kirin.
Çimkî guman tê kirin ku di balafira nû de pergala parastinê ya pêwîst wekî ya balafira kevn tune be, bi taybetî di demekê de ku lûtke li Tirkiyeyê bû û Amerîkayê jî pêleke nû ya êrişan li ser Îranê da destpêkirin.
Sedemên gefên Îranê yên li Donald Trump
Tola Suleymanî: Tehran, Donald Trump wekî berpirsê yekem ê kuştina Fermandarê berê yê Supaya Qudsê Qasim Suleymanî dibîne û çendîn caran ragihandiye ku dê "toleke giran" hilînin.
Operasyon: Ev gefên nû di heman demê de ne ku operasyona leşkerî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê didome û alozî gihîştine lûtkeyê.
Hewldanên berê: Dezgehên ewlehiyê yên Amerîkayê berê jî çend kes desteser kiribûn ku tê îdiakirin ji aliyê Îranê ve ji bo plankirina kuştina berpirsên wekî Trump û John Bolton hatibûn erkdarkirin.


.webp&w=3840&q=75)
