Hewlêr (Rûdaw) - Li Venezuelayê hejmara kesên ku di 2 erdhejên mezin ên 24ê Hezîranê de mirine gihîşt 3 hezar û 899an.
Serokê Parlamentoya Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez li ser hesabê xwe yê tora civakî amarên dawî yên erdhejan parve kirin.
Jorge Rodriguez ragihand ku hejmara miriyan 88 kesên din zêde bûye û gihîştiye 3 hezar û 899an.
Her wiha hejmara birîndaran jî wekî 16 hezar û 740 kes hat eşkerekirin.
Rodriguez anî ziman ku berpirs û xwebexşan alîkariya mirovî gihandiye 86 hezar û 794 malbatan û diyar kir ku di 89 kampên konan de 16 hezar û 892 malbat hatine bicihkirin.
Li hêla din, Balyozxaneya Amerîkayê ya Caracasê ragihand ku zêdetirî 30 hezar Venezuelayî alîkariyên mirovî yên Amerîkayê wergirtiye.
Ev alîkarî bi rêya Global Empowerment Missionê (GEM) digihêjin ber destê kesên hewcedar.
Rewşa tenduristiyê krîtîk e
Rêxistina Tenduristiyê ya Pan Amerîkayê (PAHO) da zanîn ku piştî erdhejan xebatên di warê tenduristiyê de gihîştine qonaxeke krîtîk.
PAHOyê eşkere kir ku ji bo rewşa awarte 24 milyon dolar pêwîst in lê heta niha tenê 9 milyon dolar hatine dabînkirin.
Birêvebirê rêxistinê Jarbas Barbosa tekez kir ku metirsiyên herî mezin qutbûna xizmetên tenduristiyê, qerebalixiya zêde, gihîştina ava paqij û pêvajoyên derzîlêdanê ne.
Erdhejên 24ê Hezîranê
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihandibû ku 24ê Hezîranê li Venezuelayê 2 erdhejên bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan çêbûbûn.
Bernameya Bipêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) jî diyar kiribû ku zerera erdhejan 6,7 milyar dolar e.
Li welatê ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didome, tirs heye ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.
.webp&w=3840&q=75)


