Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Xweser a Guangşi Cuangê ya li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabûn û ji ber van lehiyan 39 kes mirin.
Ajansa Xinhuayê li ser zarê rayedarên herêmî ragihand ku barana zêde bûye sedema lehiyên wêranker.
Li gorî amaran, di lehiyan de 39 kes mirine û hîn çarenivîsa 9 kesên winda ne diyar e.
Hat eşkerekirin ku hinek mirinan ji ber herifîna Bendava Liulanê ya li bajarê Nannîngê rû daye.
Di wê bendavê de qelseş çêbûye û ava wê bi ser bajêr de herikiye.
Bi sedan kes hatin veguhastin
Ji ber metirsiya hilweşîna bendavê û lehiyên ku çend roj in didomin, bi sedan kes ji malên wan hatin veguhastin.
Di dîmenên ku li ser torên civakî hatine belavkirin de tê dîtin ku zeviyên çandiniyê û stûnên telefonan di bin avê de mane.
Her wiha hinek kesan li ser banê xaniyan daxwaza alîkariyê dikir.



