Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump pesnê bipêşketina dan û standinên nerasterast ên di navbera Tehran û Washingtonê de da û ragihand ku civînên li Dohayê "gelekî baş" bûn.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî ku li balafira xwe ya nû Air Force Oneyê siwar bibe ku ber bi eyaleta North Dakotayê ve biçe, ji rojnamegeran re got:
"Pêvajoya bêçekkirina nukleerê ya Îranê baş diçe.
Civînên wan ên gelekî baş hebûn, em bibînin ka dê çi bibe.
Me gelekî tund li wan xist lê niha em gelekî baş li hev dikin."
Dîplomatekî agahdar ji dan û standinan ragihand ku berpirsên Amerîka û Îranê îro li Dohaya paytexta Qeterê li ser wê peymana ku armanca wê bidawîanîna şerê li Rojhilata Navîn e, dan û standinên nerasterast ên teknîkî dikin û anî ziman:
"Berpirsên Amerîka û Îranê îro bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê li ser peymana lihevtêgihiştinê dan û standinên nerasterast ên teknîkî dikin.
Ev civîn pişta xwe dispêrin wan bipêşketinên ku di lûtkeya Gola Lucerneyê (Swîsre) de bi dest ketine."
Helwesta Tehranê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kir ku şandeya wan bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve Kazim Xerîbabadiyê bi rê ketiye.
Beqayî ragihand ku berpirsên wan "ji bo rojên pêş ti planên wan ên ji bo dan û standinên bi aliyê Amerîkayî re ne di ti astan de ne."
Kushner û Witkoff li Qeterê bûn
Wî dîplomatî eşkere kir ku şêwirmendê Trump Jared Kushner û nûnerê Amerîkayê Steve Witkoff beşdarî van dan û standinên teknîkî nabin.
Kushner û Witkoff roja Sêşemê bi Serokwezîrê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî re civiyabûn.
Wezareta Karên Derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de ragihand ku her sê aliyan li ser "dan û standinên berdewam ên di navbera Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê de yên di çarçoveya peymana lihevtêgihiştinê de" û pêşhatên Libnanê axivîne.
Ev peymana lihevtêgihiştinê ku bi navbeynkariya Qeter û Pakistanê hat îmzekirin, piştî şerekî 40 rojî yê di navbera Amerîka û Îranê de pêk hat.


.jpg&w=3840&q=75)