Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ew dê hevkariya bi hikûmeta nû ya Îraqê re bidomînin û rêzê li serwerî û hiqûqa navxweyî ya welêt digirin.
Yekîtiya Ewropayê bangî Îraqê kir ku lezê bide têkoşîna li dijî gendeliyê û reformên aborî pêk bîne.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê pirsên Rûdawê bersivandin.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku siyaseta wan a li ser Îraqê, li ser bingeha rêzgirtina serweriyê û piştgiriya reforman didome.
“Em desttêwerdanê li hiqûqa navxweyî nakin”
Berdevk lêpirsînên gendeliyê û sererastkirinên yasayî yên dawî yên li Îraqê nirxandin û got:
“Wekî Yekîtiya Ewropayê em bi hikûmeta Îraqê re, di serî de têkoşîna li dijî gendeliyê, li ser pêşîneyên hevpar dixebitin.
Lê em destêwerdanê li bicihkirina hiqûqa navxweyî û pêvajoyên rêvebirinê yên Îraqê nakin.”
Berdevk da zanîn ku Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide pêvajoyên demokratîk û serweriya hiqûqê.
Her wiha wî tekez kir ku nabe ev nêzîkatî wekî destêwerdana ji derve were dîtin.
Bangî hikûmetê hat kirin ku reforman bike
Berdevkê YEyê anî zimên ku ji bo bersivdana hêviyên xelkê Îraqê, divê hikûmeta nû bêyî wendakirina demê reformên aborî û îdarî pêk bîne.
Berdevk bal kişand ser girîngiya pêkanîna bernameyeke aborî ya domdar.
Wî îfade kir ku bi kêmkirina gendeliyê re dê jîngeheke zelal a hilberînê çêbibe û ev yek dê derfetên nû yên kar biafirîne.
Her wiha Berdevk destnîşan kir ku xurtkirina lihevkirina niştimanî û bipêşxistina hevkariya herêmî dê pêgeha stratejîk a Îraqê ya li herêmê bihêztir bike.
Hevkariya di qada ewlehiyê de dê bidome
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê qala hevkariya di qada ewlehiyê de jî kir.
Wî got ku ew dê piştgiriyê bidin reformên hikûmeta Îraqê yên di qada ewlehiyê de û ev piştgirî dê bidome.
Berdevk bi bîr xist ku ew bi rêya Mîsyona Şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUAM) piştgiriyê didin Stratejiya Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê.
Wî diyar kir ku dê piştgiriya wan a ji bo nûjenkirina saziyên ewlehiyê bidome.



.jpg&w=3840&q=75)