Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya dan û standinan a Îranê ya ku êvara şemiyê bi mebesta gotûbêjan çûbû Swîsreyê, ji Balafirgeha Zurîhê ber bi Tehranê ve bi rê ket.
Şandeya Îranê di zincîreyek dan û standinên giran de ku sibeha yekşemê dest pê kir û heta nîvê şeva duşemê nêzîkî 18 demjimêran ajot, bi navbeynkarên Pakistanî û Qeterî re gelek civînên dualî û piralî kirin.
Wan her wiha bi aliyê Amerîkayê re civîneke çaralî ya 80 xulekî kir.
Di vê civînê de wan xwest ku Washington pêbendiyên xwe yên di Lihevkirina Îslamabadê de bi cih bîne.
Gotûbêjên teknîk berdewam dikin
Di dawiya van gotûbêjan de, ji aliyê navbeynkarên Pakistanî û Qeterî ve daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin.
Her çi qasî şandeya sereke vegeriyabe jî dê gotûbêjên teknîk û pisporî bi serokatiya Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîb Abadî berdewam bikin.
Şandeyên Amerîka û Îranê yên di astên bilin de yekşemê li Swîsreyê dest bi dan û standinan kiribû.
Pakistan û Qeter wekî navbeynkar amade bûn da ku her du alî bigihîjin peymanekê.



