Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump angaşt kir ku Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer dê ji karê xwe îstifa bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê torên civakî li ser Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer daxuyaniyek belav kir.
Trump destnîşan kir ku Starmer di polîtîkayên koçberiyê û enerjiyê de bi ser neketiye û têk çûye.
“Dê îstifa bike”
Trump di parvekirina xwe de wiha got:
"Keir Starmer dê ji erkê Serokwezîriya Keyaniya Yekbûyî (Brîtanya) îstifa bike.
Ew di du mijarên gelekî girîng de rastî têkçûneke mezin hat ku ew jî polîtîkayên koçberiyê û enerjiyê ne. Ez serkeftinê jê re dixwazim."
Heya niha ji aliyê hikûmeta Brîtanyayê ve li ser van gotinên Trump ti daxuyanî nehatiye dayîn.


